8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome

img
 
 
AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de bi bernameyeke têr û tije berdewam kir.
 
8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi hemû kelecaniya xwe berdewam dike. Di mîhrîcanê de ji bo nîşandana belgefîlman saetên 13.00, 15.00, 17.00 û 19.00 û Şanoya Bajêr a Amedê, Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr, Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hatine jêgirtin. Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê tenê şev saet 19.00’an fîlmek tê nîşandan û cihên din jî saet 13.00 heta 19.00 nîşandana fîlman didome.
 
BERNAMEYA SAET 13.00’AN
 
Li gor bernameya îro saet di 13.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê kurtebelgefîlmên bi navê “Heewa, 13’ê Gulanê, Çiya-Bi Nêrîna Jinan” ku her sê kurtebelgefîlm jî aliyê derhênerên Rojhilatê Kurdistanî ve hatine kişandin, hatin nîşandan û piştî nîşandanê jî bi derhênerên fîlman re gotûbêj hat lidarxistin. Piştî gotûbêjê sînemager Veysî Altay û Ekrem Heydo plaket dan derhêneran. Di gotûbêjê de temaşevanan pirs û pêşniyariyên xwe anîn ziman û derhêneran jî bersivandin. Di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê bi navê “Bedewiya Nepen ya Îraqê” hat nîşandan.
 
BERNAMEYA SAET 15.00’YAN
 
Di saet 15.00’an de dîsa li Şanoya Bajêr a Amedê kurtebelgefîlmên bi navê “Jimareya Laboratûarê, Dartaş, Vegera Malê û Ez, Dayika Min û  Toz”, li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê “Di Valahiyê De” hat nîşandan. Li gel derhênerê fîlmê “Dartaş” jî gotûbêjek hat lidarxistin û derhêner di derheqê fîlmê xwe de pirsên temaşevanan bersivand.
 
BERNAMEYA SAET 17.00’AN
 
Di saet 17.00’an de filmê “Tamî Aw” ku bi derhênerê wê re jî gotûbej hat lidarxistin, hat nîşandan. Di heman demê de Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî filmê “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl hat pêşkêşkirin. Piştî nîşandana “Tamî Aw” dê bi derhêner re gotûbêj hatiba lidarxistin, lê ji ber ku derhêner nekarî tevli nîşandanê bibe, gotûbej hat betalkirin.
 
BERNAMEYA SAET 19.00’YAN
 
Di saet 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê “Wergerandina Ulysses”, li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer”, li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê “Dengê Radyoya Rewanê Li Ku Ye” û li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî “Lêger” hatin nîşandan.
 
Mijara çend belgefîlman wiha ye:
 
“HÎWA”
 
Kurtebelgefîlma bi navê “Hîwa” ji aliyê derhêner Mozhgan Kavoosî ve hatiye çêkirin. Zimanê fîlm kurdî ye û 15 deqeyan dirêje. Her wiha fîlm îsal hatiye çêkirin. Fîlm, derbarê metirsiya wendabûna zimanê kurdî ya di navbera kurdên di sedsalên borî de koçî Kelardeşta li herêma Mazandaranê ya Îranê kirine, ye. Fîlm vê metirsiya li ser nasnameya ziman tîne bîra me û ji bo rêlêgirtina vê yekê hewl dide çandekî bi pêş bixe. Ji bo ku ew xem bê vegotin di fîlm de berawirdkirina du beşan heye. Di beşa yekemîn de sêwirandina diyalogeke ku di dema lêkolîneke berê ya zeviyê de hatiye tomarkirin heye. Di beşa duyemîn de jî beşexe xeyalî ya ku rêwîtiyeke derûnî ya di demê de ye, heye.
 
MIJARA FÎLMÊ “13’Ê GULANÊ”
 
Xwepêşandanên pêşîn ên li dijî rejîma Baasê ya li Îraqê di sala 1995’an de li Helepçeyê dest pê kirin. Gelê Helepçeyê ji bo 72 saetan dikarîbûn ku hêzên rejîma Baasê derxînin ji derveyî Helepçeyê, lê dengê hewara wan negihişt tu kesî û di encamê de gelek kes di bêdengiyeke kûr de hatin qetilkirin û bi awayekî zindî hatin binaxkirin. Belkî jî Helepceyê berdêla wê yekê da ku di eniya pêşîn a serkeftinê de bû. Helepçe paşê jî bû bajarê ewil yê cîhanê ku bi çekên kîmyewî hat bombekirin.
 
“ÇIYA, BI NÊRÎNA JINAN”
 
Fîlmê “Çiya, Bi Nêrîna Jinan” ji aliyê derhênerê Rojhilatê Kurdistanî Rebiwar Mahmoudpour ve hatiye amadekirin. Fîlm 21 deqe ye, bi zimanê kurdî ye û par hatiye çêkirin. Ev fîlm derbarê jinên ku li çiyayan dinêrin û bendewarin ku hezkiriyên wan ji çiya vegerin malê. Lê hezkiriyên wan koleber in û derhêner xwestiye jiyana koleberan ji çavên jinan bide nîşandan.
 
'TAMÎ AW'
 
“Tamî Aw” ji hêla derhêner Ebrahîm Saedî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, hatiye çêkirin. Zimanê fîlm kurdî, tirkî û farisî ye û 80 deqe ye. Filmê “Tamî Av” sala par hatiye çêkirin. Fîlm behsa gundê Dîzaj Dol dike. Dîzaj Dol gundekî li qeraxê Gola Ûrmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Li hinek deverên gund bîrên avê û darên li zeviyan ji ber kêmbûna avê zuha bûne û hatine terikandin. Li pêşberî gund, ber bi golê ve, qasî ku çav dibînin zeviyên xwê yên zuha û spî hene.
 
'WERGERANDINA ULYSSES'
 
Wergerandina Ulysses ku ji aliyê Aylîn Kuryel û Fırat Yucel ve hatiye birêvebirin, çîroka rêwîtiya wergêr Kawa Nemir a ji bo wergerandina şahesera James Joyce ya bi navê Ulysses ku ji bo kurdî hatiye wergerandin, vedibêje. Wergerandina Ulysses ku di 16’emîn Rojên Belgefîlman ên Stenbolê de ku di navbera 10-15'ê Hezîranê de tê lidarxistin, promiyera xwe kir.
 
Bernameya sibê ya mîhrîcanê wiha ye:
 
Şanoya Bajêr a Amedê – 13-00 -  Piştî Baxçeyên Zeytûnan, Cîhana Di Serê Min De, Ma Qey Ev Jî Ne Bû (dawiyê de gotûbêj heye)
 
Şanoya Bajêr a Amedê – 15.00 – Hevokên Nîvco (dawiyê de gotûbêj heye)
 
Şanoya Bajêr a Amedê – 17.00 – Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl (dawiyê de gotûbêj heye)
 
Şanoya Bajêr a Amedê – 19.00 – Hêza
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 13.00 - Wergerandina Ulysses
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 15.00 - Nanî Pîroz
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 17.00 - Koçer (dawiyê de gotûbêj heye)
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 19.00 - Tamî Aw
 
Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê – 19.00 - Harmoniya Ji Bo Piştî Şer, Heft Senfoniyên Zagros (dawiyê de gotûbêj heye)
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê – 19.00 – Mehla Qorê, Harmoniya Ji Bo Piştî Şer