Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû

img

STENBOL - Kovara Jinê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku bi ser qetilkirina wê re salek derbas bû. 

 
Hejmara 31'emîn a Kovara Jinê derket. Kovarê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Nivîsa Akarsel a bi sernavê “Sekna Fezîletdar a Hebûnê: Berxwedan” li ser berga kovarê hate bicihkirin. 
 
Sernavên di kovarê de cih girtinebi temamî wiha ne:
 
* Sekna Fezîletdar a Hebûnê: Berxwedan / Nagîhan Akarsel
 
* Bi bîr anîn berxwedan e: Arşîvên Jiyanê û Raz Xaîdan / Matt Broomfield - Werger
 
* Lêkolîna berhema Çîro Zend a bi navê “Bîreweriya keça lehengekî kurd" / Serwa Azeez - Werger
 
* Dîsa jinûve li derveyî malbatê jiyan heye / Hulya Osmanagaoglû