Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne

img

AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê piştî 5 rojên têr û tije bi dawî bû. Sînamegeran û derhêneran di mîhrîcanê de bal kişandin ser şoreşa gelê kurd.

 
Li Amedê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat organîzekirin, piştî 5 rojên bi têr û tije bi dawî bû. Di roja dawî ya mîhrîcanê de panelek hat lidarxistin û 12 belgefîlm hatin nîşandan. Bi giştî 31 belgefîlm û her belgefîlm jî 2-3 caran li cihên cuda hatin nîşandan. Di nava van 31 belgefîlman de derhênerê 13 belgefîlman jin bûn. Derhênerên 15 belgefîlman tev li mîhrîcanê bûn û piştî her nîşandana fîlmê bi temaşevanan re gotûbêj li dar xistin. Organîzayonê plaket da her derhênerekê. Her wiha 11 pirtûkên ku mijara wan huner e û wergerî zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî hatine, diyarî derhêneran hatin kirin. 
 
BERNAMEYA ÎRO
 
Li gor bernameya îro di navbera saet 11.00 û 13.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê panela bi navê “Mafê temsîla bi rûmet, di belgefîlman de neafirandina tundî û travmayan” hat lidarxistin. Li heman cihî saet di 13.00’an de belgefîlma “Nanî Pîroz”, saet di 15.00’an de “Sîmûrg”, saet di 17.00’an de “Zimanê Dayikê” û “Heft Senfoniyên Zagros” û herî dawî jî saet di 19.00’an de “Sidiq û Panter” hatin nîşandan. Li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî saet di 11.00’an de “Mehla Qorê”, “Vegera Malê” û “Ez, Dayika Min û Toz”, saet di 15.00 de “Lêger” û saet di 17.00’an de jî “Hîwa”, “13’ê Gulanê” û “Çiya, Bi Nêrîna Jinan” hatin nîşandan.
 
PLAKET DAN SAZIYAN
 
Piştî nîşandana belgefîlman, sînemager Ardîn Dîren derket ser dikê û spasiya kesên ku alîkariya mîhrîcanê kirine kir û plaket da Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok Ma, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED). Li ser navê KASED’ê Serap Ergîn, li ser navê Zarok Ma’yê jî Fatma Tayfûr plaket wergirtin. Plaketa her du saziyan Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn da. Li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer, li ser navê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn ji destê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn wergirtin. 
 
‘EM Ê LI KÊLEKA PARAZVANÊN ÇANDA KURDÎ BIN’
 
Pinar Sakik Tekîn axivî û xêrhatina temaşevanan kir û ji bo amadekirina mîhrîcanê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û hemû kedkarên Komîteya Amadekar pîroz kir. Tekîn diyar kir ku ew weke sîyasetmedaran dê li kêleka parêzvanên çanda kurdî bin. Tekîn anî ziman ku li dijî qirkirina kurdî çi ji destê wan bê dê bikin û wiha got: “Bila dost û dijmin baş bizanibin ku ew ê zimanê kurdî jî çanda kurdî jî her tim bi pêş ve bibin.”
 
Her wiha saziya bi navê saziya Rêtaw Zanyar Zaralê ku li rojhilatê Kurdistanê fîlman kom dike û dide weşandin û sînemager Ekrem Heydo jî plaket wergirtin. 
 
‘EM DEYNDARÊN GELÊ XWE NE’
 
Herî dawî sînemager Rodî Yuzbaşi ji bo axaftina dawiyê derket ser dikê û da zanîn ku ew deyndarên gelê xwe ne ku bûne pêşengên şoreşekê. Yuzbaşi diyar kir ku vê şoreşê bandoreke gelek mezin li ser jiyana wan kiriye û ew jî hewl didin di nava fîlmên xwe de vê yekê bidin nîşandan. 
 
Mîhrîcan bi lêdana çepikan bi dawî bû.