Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir

img
AMED - Nivîskar Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe ya nû ya bi navê “995 KM” ji bo xwînerên xwe îmze kir. 
 
Nivîskar Mûrathan Mûngan li avahiya Wêjegeh Amedê ya li Semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê ji bo pirtûka xwe ya nû, ya bi navê “995 KM” roja îmzeyê û gotûbêj li dar xist. Bername rastî eleqeyeke mezin hat û gelek kes ji bo ku pirtûkên xwe bidin îmzekirin ketin rêzê. Li cihê ku gotûbêj lê hat lidarxistin, cihê rûniştinê nema û gelek kes li ser pêyan guhdariya gotûbêjê kirin. Mûngan ji bo eleqeya zêde spasiya xwînerên xwe kir.
 
Mûngan ê di gotûbêjê de ewilî hinek behsa xwe kir, der heqê jiyana xwe de bi xwînerên re hinek agahî parvekirin. Mûngan, dû re behsa pirtûka xwe kir û pêvajoya nivîsandina “995 KM'yê” vegot. Mûngan, destnîşan kir ku wî sûd ji qetilkirina Mûsa Anter ku sembola qetlîamên wê çaxê bû, girtiye û got ku lê bila neyê fêmkirin ku pirtûk behsa Mûsa Anter dike. 
 
Piştî gotûbêjê xwînerên Mûngan, ji bo ku pirtûkên xwe bidin îmzekirin ketin rêzê û pirtûkên xwe dan îmze kirin. 
 
Bernameya Mûngan bi îmze kirina pirtûkan bi dawî bû.