Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn

img
 
 
WAN - Helbestvan Cegerxwîn di 39'emîn salvegera mirina xwe de li Wanê hat bibîranin. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê û Kovara Destarê di 39'emîn salvegera mirina helbestvan Cegerxwîn de bi mijara "Helbestkarê şoreşger Cegerxwîn" panelek li dar xist. Panel li hêwana ŞanoWanê hat lidarxistin. Nivîskar Heval Dilbihar, wêjekar Romîna Aso wekî axivêr tevlî panelê bûn. Panel bi moderatoriya Kendal Nizar ve hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona der barê jiyana Cegerxwîn de hat nîşandan. 
 
Wêjekar Romîna Aso diyar kir ku Cegerxwîn di helbestên xwe de gelekî cih daye jinan û got ku Cegerxwîn di helbestên xwe de li ser civakîbûna jinê sekiniye. Paşê Aso helbestên Cegerxwîn ên li ser jinan xwend. 
 
Paşê nivîskar Heval Dilbihar axivî. Dilbihar jî got: "Di helbestên Cegerxwîn de li ser şer, jinan û şoreşên cîhanê sekiniye. Cegerxwîn şoreşgerek e, ji lew re tenê ne bi helbestê, di di avakirina saziyeke pêşengiya têkoşîna neteweyî ya kurdan kiriye de jî pêşengî kiriye."
 
Panel piştî axaftinan bi xwendina helbestên Cegerxwîn bi dawî bû.