Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye

img
ÎZMÎR - Weşanxaneyên kurd ên tev li Fûara Pirtûkan a li navçeya Gazîemîrê bûn diyar kirin ku eleqeyeke zêde ya xwendevanan ji bo weşanên bi kurdî heye. 
 
Bi hevkariya Fûartiya ÎZFAŞ û SNS’ê û bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di 28’ê cotmehê de li Îzmîrê Fûara Pirtûkan hate destpêkirin û nêzî 250 weşanxane tev li bûn. Fûar, li qada Fûarê ya navçeya Gazîemîrê tê lidarxistin. Ji ber ku bihayê mesrefên fûarê zêde  ne, tenê weşanxaneyên kurdî yên NA û Nûbiharê karîn tev li bibin. Li gel ku fûar ji navenda bajar dûre jî eleqeyeke zêde ji bo fûarê heye. Ji bo pirtûkên kurdî jî eleqeyeke mezin heye û fûar dê heta 5’ê mijdarê bidome. 
 
Xwediya Weşanxaneya NA’yê û nivîskar Berfo Barî diyar kir ku dûrbûna qada fûarê ya ji navenda bajar û krîza aborî bandoreke neyînî li ser pirtûkên kurdî dike û wiha got: “Gelek kesên dixwazin tev li fûarê bibin nikarin bên. Ji bo bên vê derê, sê wesayîtan diguherînin. Em ê heta dawiya hefteyê li vir bin. Dê di rojên pêş de nivîskarên kurd rojên îmzeyê li dar bixin. Qada fûarê berfireh e û bi sedan weşan tev li bûne. Lê tenê du weşanxaneyên kurdî hene. Weşanxaneyên kurdî gelek pêş ketin û divê gel xwedî lê derkeve. Lêçûnên li vir zêde ne û weşanxaneyên ji derve hatine pir zehmetiyê dikişînin.” 
 
‘EM LI BENDA HEMÛ GELAN E’
 
Ji xebatkarên standa Nûbiharê Feyyaz Çîftçî jî got ku eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşketina kurdî divê mirov bixwîne. Em jî ji bo belavbûna zimanê kurdî hatin vê derê. Armanca me ne qezenca me ya. Jixwe em zirar dikin. Lê em dixwazin kurdî belav bibe. Ne tenê kurd lê em li benda hemû gelan e.”