Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî

img
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê piştî 13 salan cara yekem bi listîkeke kirmanckî derket pêşberî şanohezan û promiyera lîstika bi navê “Strîp Tease” kir.
 
Şanoya Bajêr a Amedê promiyera lîstika xwe ya bi navê "Strip Tease" li eywana avahiya xwe ya li Xaçerêya Dinyayê ya Semta Dîclekent a Amedê li dar xist. Lîstika ku ji hêla nivîskarê Polonî Slawomir Mrozek ve hatiye nivîsandin, bi zaravaya kirmanckî cara yekem derket pêşberî şanohezan. Lîstika ku piştî 13 salan cara yekem e bi zaravaya kurmanckî tê lîstin, ji hêla şanohezan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Şanohezan eywan tije kirin û bi kelecaniyeke mezin lîstik temaşe kirin.
 
‘HEM DIKENÎNE HEM JÎ DIFIKÎNE’
 
Di lîstika Strip Teaseyê de ku derhêneriya wê ji hêla şanoger Elvan Koçer û Sena Ozbey ve hatiye kirin, nakokiyên karakteran yên bi xwe re, bi hev û din re, rewşa ku tê de ne û hêmana zextê dide der. Rê û rêbazên karakteran ku dixwazin di cihê têde ne derkevin, hewl û tevgerên wan yên ji hev cuda nagihijin tu encaman. Ev lîstik ji hêlekê ve behsa mirov di vê pergalê de çawa wekî hevûdu dibin, mirovên ku xizmeta çerxên pergalê dikin, çawa dibin qûrbaniyên heman pergalê dike. Ji hêlekê ve jî lîstik behsa çavbirçîtiya desthilatê dike û di heman demê de jî mirovan hem dikenîne û hem jî difikire.
 
‘DÊ LÎSTIKÊN KURMANCÎ Û KIRMANCKÎ ZÊDETIR BÊN TEMAŞEKIRIN’
 
Piştî lîstikê, lîstikavanan û derhêneran temaşevan silav kirin û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Cemîle Tûrhalli Balsak derket ser dikê. Balsak, ji bo lîstikê spasiya Şanoya Bajêr a Amedê kir û wiha got: Ji bo vê lîstika ku cara ewil bi zazakî tê lîstin ez şanogeran pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku lîstikên bi vî rengî yên kurmancî û zazakî dê di siberojê de zêdetir bên temaşekirin û ev yek dê gelek sûdmend be.”