Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
- çand û huner
- 16:52 29/7/2020
Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê, ragihandin ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê li dar nexin.
Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê, ragihandin ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê li dar nexin.
Ji bo ku hûn strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, berê rêya betlaneya xwe teqez bidin Wanê. Bajarê ku bi hewaya xwe ya hênik, gol û cihên xwe yên dîrokî bi rovan dide hîskirin, bi taybetî di salên dawî de, bûye cihê betlanê yê gelê herêmê.
Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê dîwanxane vekir. Seyranoglû, li dîwanxaneyê dengbêjiyê hînî nifşa nû dike û bang li ciwanan kir ku bên dîwanxaneya wî.
Li semta Zeytînlikê ya Gîresûnê 85 avahiyên dîrokî ku aydê Rûmê ne hatine tomarkirin bi hilweşandinê re rûbirû ne.
Derhênara Belgefîlman Elîf Ergezen diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de karê kedkarên hunerê zehmet bûye û got: “Pêdiviya me ne bi asayîbûnê pêdiviya me bi azadiyê heye.”
Kovara zanist, çand û lêkolîna kurdî ZEND’ê piştî demek dirêj hejmara xwe ya 27’emîn derxist. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku kovar ji bo xebatên kurdolojiyê çavkaniyek e.
Hevjînên hev Zeynep û Mûstafa Çobaz ên li bajaroka Xalfelî ya Idirê dijîn, di nava 15 salan de, amûrên berê yên çandiniyê ji herêmê kom kirin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, bi keyfxweşiyek mezin xwedî amûrên dîrokê derdikevin û wan diparêzin.
Birça Keçikê ku ji ber qedexeyê 5 sal bûn girtî bû, piştî vekişandina polisan dê radestî DTSO’yê bê kirin. Ji bo ku Birca Keçikê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganiyê re veke DTSO’yê milyonek û 200 hezar TL hîbe girt.
Berdevka Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdağ Karahali, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Celadet Elî Bedîrxan daxuyaniyek da û ev tişt got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman em Celadet Elî Bedîrxan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Şanoyên taybet ku ji ber di pêvajoya şewba vîrûsê de salonên xwe girtin, niha ji ber bacê didin dewletê rojên dijwar dijîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu anî ziman ku li ewropa baca şano ji sedî 5 e, lê li Tirkiyeyê ji sedî 30 e û xwest baca didin dewletê kêm bikin.
Di Wîkîpedîayê de, hemara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.
Ji bo hînbûna zimanê kurdî, hem onlîne û hem jî qursên rû bi rû serlêdanên ji bo Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê dest pê kirin. Roja ku îlana qursan hat dayîn, ji 100 zêdetir kesan serlêdan kirin.
BEKSAV'ê di 5'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê hilberîne" di warê hunerî de kampanyayek da destpêkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir.
Şewba vîrûsa koronayê û krîza aborî bandorek neyînî li ser kirîn û firotina cil û bergên herêma Botanê jî kir. Esnafan got got ji ber karê wan nabe, nikarin kirêyên xwe bidin û herî zêde îsal zirar kirine.
Navenda Çandê ya Uvercînkayê, deriyên "Akademiya Uvercînkayê" ji hunerhezan re vekir. Wê li akademiyê hezar û 400 kes bên perwerdekirin.