Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
- çand û huner
- 10:58 31/12/2018
Malpera Diyarnameyê li ser pirtûkên kurdî yên îsal hatine weşandin bi lîsteyek berfireh nûçe amade kir. Li gorî nûçeyê ji weşanxeneyên kurdî yên li Tirkiyeyê îsal 230 pirtûk hatine weşandin. Weşanxaneya herî zêde J&J pirtûk çap kirine Pirtûkên helbestan li pêş in. Di warê folklora kurdî de jî îsal gelek pirtûk hatine çapkirin.