Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
- çand û huner
- 08:47 09/4/2023
Koma Sorjiyan di çarçoveya komxebata “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derket ser dikê û guhdarvan bi stranên xwe guhdarvan mest kir.
Koma Sorjiyan di çarçoveya komxebata “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derket ser dikê û guhdarvan bi stranên xwe guhdarvan mest kir.
Rojên muzîkê ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryen a li Wanê xebatên xwe didomîne ve hat lidarxistin, duh bi şev bi konserekê destpê kir. Dahata aktîvîteyê wê diyarî mexdûrên erdhejê bê kirin.
Medresa Sor a dîrokî tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin. Weqfa Hayratê alîkariya cîhadîstên li Idlîbê kiribû.
Bi pejirandina Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li Bajarê Antîk ê Darayê, di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” avahiyeke beton hate avakirin.
Hîlal Zêrîn ya Herêma Efrînê bi navê "Jin im jiyan im" klîbek çêkir ku girêdana jinan a bi xwezayê re rave dike.
Pirtûka bîranînê ya “Nîşeyên Bakur” ku rojnameger û nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû dema li gel derhêner Çayan Demîrel belgefîlma “Bakur” amade dikir nivîsandibû, ji Weşanên Aryenê derçû.
Lîstikvan û hunermend Îsmaîl Koksal Engur jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar Îlhamî Sîdar ji bo pirtûka xwe nû ya “Bîzî Tuketen Ateş”, li Pola Kîtapê gotûbêj li dar xist. Sîdar got pirtûka wî nû qala şerê li Sûrê dike û beşek pirtûkê ji ber sansurê nehatiye weşandin.
Lîstika “Nîsko” ya Navenda Çand û Hunerê ya Sî li Esenyûrdê derket pêşberî teşamevanan.
Lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê ji bo zarokên herêmên erdhejê derket ser dikê.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîşanê eşkerekir. 3 lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê, 4 lîstikên mêvan û Stend Up’a Erdal Kaya dê bê lîstin.
Hunermend Ferhat Tunç strana Arix ku li ser erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an de qewimîbû hatiye çêkirin, vê carê jî strana Arix ji bo erdheja Mereşê got.
Starta Newroza 2023’yan hate dayîn û agirê ewil ê Newrozê dê di 15’ê Adarê de li Şemzînanê bê vêxistin. Her wiha hunermendên ku dê li 43 navendên pîrozbahiyên Newrozê derkevin ser dikê jî diyar bûn.
TUÎK’ê di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Her wiha polîsan careke din şandina Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.
Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li gelek bajaran bê lidarxistin. Ji bo Newroza 2023’yan strana “Rakin meşala Newrozê" hate amadekirin.