NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û weke êrişeke li dijî demokrasiyê nirxand. Amor, diyar kir ku divê YE bersiveke pir zelal nîşan bide.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê didomin.
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor têkildarî tayînkirina qeyûman li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Niiha jî dora Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ye ku DEM Partiyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên dawî de bi ferqeke mezin qezenc kiribû. Îdia çi dibin bila bibin, ev pergala qeyûman êrişeke eşkere ya hikûmeta tirk a li dijî demokrasiyê ye. Xespkirina îradeya gel e. Divê Yekitiya Ewropayê bersiveke pir zelal bide.”