AMED - Şîna endamê HPG’ê Muhammed Eser a li navçeya Farqînê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo endamê HPG’ê Muhammed Abdulrezzak Eser ku di 2018’an de ljiyana xwe ji dest da dabû, li gundê Salika yê navçeya Farqîn a Amedê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatê Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di şînê de deqeyek rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Hevserokê MEBYA- DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de sersaxî ji malbatê û gelê kurd xwest û got: “Em ê her dem dilsozên bîranîna wan bin.”