Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê

  • cîhan
  • 08:41 5 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina serokatiyê ya DYA'yê de ku îro pêk bê, namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris û namzetê Partiya Komarger Donald Trump wê li ber xwe bidin. Tê payin ku seroka/ê nû yê DYA'yê sibeha Çarşemê diyar bibe.

 
Li 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xe bidin û serokek ku 4 salan welêt bi rê ve bibe hilbijêrin.
 
Serokê berê yê DYA'yê û namzetê Partiya Komarger Donald Trump ku di hilbijartinên beriya niha de li hemberî Joe Biden winda kir, senatorê Ohio'yê JD Vance ji xwe re kir alîkar.
 
Namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris jî waliyê Minnesotayê Tim Walz ji xwe re kir alîkar û bi hev re beşdarî hilbijartinê dibin.
 
Kamala Harris di halê hazir de alîkara Serokê DYA'yê ye. Serokê DYA'yê Joe Biden meha îlonê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwe ji hilbijartinê vekişand û Kamala Harris li şûna wî weke namzet hate diyarkirin.
 
SÎSTEMA HILBIJARTINÊ
 
Hilbijartina Serokatiya DYA'yê bi dengê 538 delegeyên ji 50 eyaletan diyar dibe. Namzeta/ê ku zêdetirî 270 dengan werbigire, dibe serok.
 
Li welêt li gel hilbijartina serokatiyê her wiha ji bo diyarkirina endamên Kongreya DYA'yê jî dengdan tê kirin.
 
EYALETÊN KRÎTÎK
 
Li DYA'yê di mijara hilbijartina eyaletan de xwedî xeteke muhafazakar e. 43 eyalet hene ku Demokrat û Komarger lê xurt in û encamên hilbijartinên li van eyaletan kêm zêde diyar in. Di rewşeke bi vî rengî de hin eyalet xwe didin pêş ku di nava raya giştî de weke 'eyaletên hêlanê' têne pênasekirin û rengê dengê wan dikare bê guhertin.
 
Di hilbijartina 2024'an de encamên hilbijartinên li eyaletên Georgia, Kuzey Karolina, Pennysylvania, Michigan, Arizona, Wisconsin û Nevadayê weke encamên diyarker ên hilbijartina serokê/a nû yê DYA'yê têne dîtin.
 
ENCAMÊN ANKETAN
 
Li gorî anketan Harris û Trump rêjeya dengê wan nêzî hev e. Li gorî temamiya anketan dengê Harris bi pûanekê li pêşiya Trump e.
 
Lê belê cudahiya dengê navbera her du namzetan ji parkirina şaşitiyê ya anketan kêmtir e. Ji ber vê yekê jî ti ji şîrketên anketê texmîneke şênber nabêjin.
 
ROJEV KOÇBERÎ Û ABORÎ YE
 
Rojeva bingehîn a hilbijartina DYA'yê koçberî û aborî ye. Di nava van mijaran de koçberî weke pirsgirêka bingehîn li pêş e. Kamala Harris bi gotinên xwe yên nerm ên têkildarî koçberan balê dikişîne. Trump alîgirê polîtîkayên hişk e ku deriyên welêt bi temamî li koçberan bigire.