NAVENDA NÛÇEYAN - DYA’yê têkildarî geşedanên li Heleb û derdora wê daxuyanî da û got ku rew rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û bi paytextên li herêmê re di nava pêwendiyan de ne.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî êrişa Heyet Tarhrî el-Şamê (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku girêdayî dewleta tirk in ên li dijî Heleb û derdora wê daxuyanî da.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin: “Rejîma Esad, red kir ku tev li pêvajoya siyasî ya di biryara hejmar 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin, bibe. Her wiha pişta xwe da Rûsya û Îranê. Vê yekê jî rê li ber bûyerên îro li bakurrojavayê Sûriyeyê diqewimin vekir.”
Wezaretê got ku tu eleqeya DYA’yê bi êrişên HTŞ’ê yên li dijî Helebê re nîne û wiha hate gotin: “DYA, HTŞ’ê weke rêxistina terorê dibîne û tu eleqeya wê bi êrişên ew rêxistin îro dike re nîne. DYA tevî şirîkên xwe ji bo kêmkirina rageşiyê, ji bo parastina sivîl û kêmneteweyan hewl dide. Her wiha ji bo pêvajoyeke li gorî biryara hejmar 2254 a NY’ê were destpêkirin jî bang dike.”
Her wiha hate gotin ku dê DYA ji bo parastina leşkerên xwe yên li Sûriyeyê yên li dijî DAIŞ’ê hatine bicihkirin tişta pêwîst bike.