Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin

  • cîhan
  • 20:39 4 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan der barê êrişên Tirkiyeyê de bang li Neteweyên Yekbûyî kirin û gotin: “Ev êriş di bin berpirsyariya we de ye. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava rawestînin.”

Kurdistanî li derdora kona berxwedanê ku nêzî çar sal in her Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Cenevre yê Swîsreyê vedidin, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin. 
 
Li ser navê Komîteya Cevevreyê ya Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Veysel Kuşkanadi daxuyaniya çapemeniyê xwend. Kuşkanadi kesên li Rojavayê jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û diyar kir ku komên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ji 27’ê Mijdarê ve Heleb û gundewarên wê bi temamî kirine bin destê xwe.
 
Kuşkanadi daneyên Rêveberiya Xweser a piştî êrîşan ragihand û wiha got: “Li herêma Kurd ku nifûsa wê bi sed hezaran e, gelê xwecihî yê ji her ol û baweriyan tên koçberkirin. Em weke civaka kurd a Cenevreyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku koçberan pêşwazî dikin, silav dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Xeçar Sor û hemû hêzên navneteweyî dikin ku destûrê nedin dewleta tirk a faşîst ku li ber çavê hemû cîhanê terorê ji nû ve zindî bike û êrîşên sûcên şer û mirovahiyê rawestînin.”
 
Li ser navê ciwanên Rojava jî Delîl Qamişlo bi zimanê Erenbî daxuyanî da û wiha got: “Dewleta tirk ku dîroka xwe bi komkujî, qirkirin, zext û dagirkirinan ava kiriye, îro jî polîtîkayên xwe bi destê çeteyên bermayiyên DAÎŞ’ê didomîne, li xaka Rojava û Sûriyeyê alozî û komkujiyan dike. Sedema bingehîn a êrîşên li ser Rojava tunekirina destkeftiyên kurdan û gelên herêmê ne ku bi berdêlên mezin bi dest xistine. Yên ku xeyala dagirkirina xaka me dikin, wê bi berxwedana gelê kurd ji rûpelên dîrokê bên jêbirin.”
 
Piştî axaftinan çalakî heta saet 17:00’an dewam kir.