NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê rapora xwe ya der barê êrişên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de weşand û got ku li Xezeyê sûcê şer tê kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ((Amnesty International) der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de raporeke 300 rûpelî weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku Îsraîl bi zanebûn sûcê şer dike. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Agnes Callamardê derbarê raporê de daxuyanî da û daxwaza rawestandina êrişan kir.
Di êrişan de ku ji 7’ê Cotmehê ji aliyê Hamasê ve hatin destpêkirin heta niha, 44 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 105 kesî zêdetir jî birîndar çêbûn. Piraniya avahiyên li Xezeyê rûxiyan û navenda bajarî veguherî kavilekî.