NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter û wiha got: “Divê êrişên ser Kurdan bên sekinandin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Qudsê daxuyanî da û got ku hebûna Îsraîlê ya li ser xaka Sûriyeyê bisînor û demkî ye û gava behsê xeberê piştî ketina Esad ji bo parastina Îsraîlê hatiye avêtin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Saar di axaftina xwe de diyar kir ku divê êrişên ser kêmnetew û Kurdan bên sekinandin û bi bîr xist ku lîderên komên rêveberiya Sûriyeyê bi dest xistin “xwedî îdeolojiyeke tundrew in.”
'DIVÊ ÊRIŞÊN SER KURDAN BÊN SEKINANDIN’
Saar, li ser hesaba xwe ya X’ê jî wiha got: “Mîna duh li Minbicê bû, divê êrişên ser Kurdan bên sekinandin. Di vê mijarê de em bi dostên xwe yên di rêveberiya DYA’yê de cih digirin û welatên din re hevdîtinan dikin. Berpirsyartiyeke exlaqî ya navneteweyî li hemberî van mirovên bi dilwêrekî li dijî DAIŞ’ê şer kirin û îstîqrara Sûriyeyê cîbicî kirin heye.”