Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan

  • cîhan
  • 21:10 11 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êriş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PE’yê rola xwe bilîze.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji Almanya, Fransa û Hollandayê bi rê ketin û li bajarê Bruksel ê Belçîkayê li hev civiyan, êrişên li er Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Girseya ku li qada Porte de Namur li hev civiyan, pankarta ku bal dikşîne ser sûcên şer ên Tirkiyeyê vekirin. 
 
Kurdistanê heta Parlamentoya Ewropayê meşiyan. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êrişa nerawestin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PE’yê rola xwe bilîze.
 
Di daxuyaniya li ser navê girseyê de peyam ji bo saziyên Ewropayê yên ku ji êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê re bêdeng dimînin, hat dayîn.
 
Parlementerê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostelt, Parlementerê Partiya Çep a Baskê Pernando Barrena axivîn û anîn ziman ku ew bi Rojavayê re ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin, di nava piştevaniyê de ne.
 
Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuat Omer jî destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê careke din DAÎŞ’ê zindî dike û got: “Divê hêzên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê bi awayekî cidî nêzî vê mijarê bibin.”
 
Omer bang li kurdan kir û got: “Ev ne tenê şerê Rojava ye, şerê azadiyê ya Rojhilata Navîn e. Ev şerê tevahiya Kurdistanê ye. Ev şerê gelê Kurdistanê ye.”
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamus jî anî ziman ku Tirkiye bi êrişên xwe tunekirina hebûn û nasnameya gelê kurd û guhertina demografiya Rojava hedef digire. Karamuûs bang li Konseya Ewropayê û raya giştî ya Ewropayê kir û got: “Eger êriş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe. Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin, eger rola xwe bilîze, li dijî êrişên dewleta Tirk helwest bigire, trajedî û komkujiyên mirovahiyê dikarin bên rawestandin.