IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin

  • cîhan
  • 20:07 20 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê IFJ’ê Anthony Bellanger qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got: "Tiştekî gelekî ecêb e ku rojnamevan bi awayekî qestî ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Em dixwazin kesên berpirs hesaba vê bidin."
 
Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku li 146 welatan bi 190 saziyan nûnertiya zêdetirî 600 hezar rojnamevanan dike, têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.
 
Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger got: "Her du rojnamevanên hêja têkildarî rewşa bakurê Sûriyeyê kar dikirin. Dema li ser karê xwe ji aliyê balafirên bêmirov ve bi awayekî qestî hatine hedefgirtin ku ev yek tiştekî gelekî ecêb e. Em vê êrîşa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin ku dixwazin berpirsên vê yekê hesabê bidin."
 
Her wiha IFJ’ê bang li rayedar û otorîteya siyasî ya nû ya Sûriyeyê kir ku têkildarî qetilkirina her du rojnamevanan lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin û failên bûyerê peyda bikin û wan bidarizînin.