Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike

  • cîhan
  • 10:41 27 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên mafên mirovan diyar kirin ku windahiyên bi zorê û înfazên bêdaraz ên li hemberî Belûcên li Pakistanê dewam dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî bi taybetî NY kirin ku bikevin nava tevgerê.
 
Li Pakistanê êrîşa dewletê ya li dijî protestoyên ku ji aliyê Belûcên Îslamabadê ve hatin organîzekirin didome, windahiyên bi darê zorê û înfazên bêdaraz hê jî di pratîkê de ne. Di daxuyaniya Komîteya Yakcîtî ya Belûc (BYC) de hat ragihandin ku di roja 11'emîn a çalakiya protestoyî ya li dijî windakirinên bi zorê yên li Îslamabadê de, ji bo xwepêşandêran ti mercên însanî nehatine peydakirin. Li gorî BYC'ê li gel ku ji ber hewaya germ êş dikişand jî destûr nehate dayin ku jin û zarok û extiyar kampê ava bikin û qada protestoyê bi otobûs û têlan hatiye dorpêçkirin. Xwepêşandêr ji mafê xwe yê bingehîn ê stargehê bêpar hatin hiştin. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li gel karmendên îstixbaratên sivîl destdirêjî li xwepêşanderan kirine û ciwan jî bi vîdeoyê hatine tomarkirin û malbat hemû rêya malên xwe şopandine. Hat gotin ku ev rewş bi armanca belavkirina xwepêşandanê bi zanebûn hatiye pêkanîn.
 
WINDAKIRINA BI DARÊ ZORÊ 
 
Rêxistineke din a mafên mirovan a bi navê Beluc Voice for Justice (BVJ) êvara 25'ê Tîrmehê ragihand ku Belucê bi navê Muslum Dad ku li Zanîngeha Karaçiyê felsefe dixwend, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zorê hatiye windakirin. BVJ'ê diyar kir ku xwendekarên Beluc ê ku ji ber nasnameya xwe ya etnîkî dibin hedef, ne tenê hebûna wan a fîzîkî di heman demê de li ser rewşenbîriya wan jî zordarî tê kirin. Hat destnîşankirin ku ev rewş hem li dijî mafên mirovan e, hem jî li dijî azadiya akademîk e. 
 
Rêveberiya Mafên Mirovan a Tevgera Neteweyî ya Belûcistanê ragihand ku Abdul Rehman ê ji Barkanê di 15'ê Tîrmehê de, Îmran Belûc ê ji Keçê jî di 27'ê Hezîranê de ji aliyê artêşa Pakîstanê ve hatibû revandin. Berdewamkirina nûçeyên her du kesan nîşan dide ku windakirinên bi darê zorê bûne pêkanîneke sîstematîk.
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Her wiha bibîr xist ku Mezar Belûç ê ji herêma Awaranê, piştî ku di 21'ê Tîrmehê de bi zorê hat windakirin, îşkence lê hat kirin. Hat bi bîrxistin ku di sala 2020'an de hat berdan, ev 5 sal in bi awayekî nehiqûqî hatibû girtin. Hat ragihandin ku Mezar Belûç ê piştî hat berdan bênavber dihat şopandin, di 21'ê Tîrmehê de careke din ji aliyê rayedarên leşkerî ve hat gazîkirin û piştre winda bû û hat ragihandin ku heman êvarê bi guleyekê mirî hatiye dîtin BYC'ê diyar kir ku Mezar Belûç ji aliyê ekîbên mirinê yên bi desteka Pakîstanê ve hatiye kuştin. Rêxistinên mafên mirovan ên bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kirin, xwestin ku ev binpêkirinên sîstematîk ên li Belûcistanê bi lezgînî werin sekinandin û hemû mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî tavilê bikevin nava tevgerê.