Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn

  • cîhan
  • 13:39 27 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça li Siweydayê ku hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dest bi êrîşan dikin, didome. Li herêmê 36 gund wêran bûn û welatî neçar man koçber bikin.
 
Trajediya mirovî ya ku piştî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di 13'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin, li Sweîdayê derket holê. Ambargoya li ser rêya Şam-Deraayê rê li ber zehmetiyên cidî yên xwegihandina av, xwarin, sotemenî û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî vekir. 
 
Ji ber êrişan jî 36 gund wêran bûne û niştecihên wê hatine koçberkirin.
 
Herêmên ku bi zerar bûne û niştecihên wê koçber bûne, ev in: gundên bakurê rojhilat, Xalidiye, Salimiye, Dêr Şeîr û Heqef (bakurê rojhilat), gundên Seila, Mezera, Lexa, Semîî, Dûr, Teira, Qerasa, Diwêra, Necran, Heran, Lebîn, Cerîn, Dama, Dêr Dama, Mecîr, Era, Mecdel, Rîma El Helef, Qim û Kenakir (rojava), her wiha gundên Um Zeytûn, Siwêmîra, Metûna, Lasa, Redîma Lîwa, Sûra Biçûk, Zekîr, Xelxela, Um Hartên, Hezim, Sûra Mezin (bakur). Taxên rojavayê bajarê Siwêdayê.
 
Li gorî agahiyên çalakvanên hiqûqî û qeydên nexweşxaneyê tenê li gundên Dûr û Necran nêzî 100 welatiyên sivîl ku di nav de jin, zarok û kal jî hene hatine kuştin. Çalakvanên hiqûqî belgekirina qurbaniyên sivîl didomînin. Di raporan de heta niha tê diyarkirin ku hejmara kuştiyên giştî li herêma Suweydayê hezar derbas kiriye.
 
Hêzên girêdayî hikûmeta demkî û komên çekdar ên girêdayî wan binpêkirinên giran ên wekî kuştinên komî, îşkence, şewitandina malan û talanê pêk anîn. Hate destnîşankirin ku bi dehan jin û zarok ji herêmê hatine revandin û heta niha çarenûsa herî kêm 80 kesan ne diyar e. 
 
Gel ji bo rakirina ambargoyê daxwaza bidawîkirina binpêkirinên agirbestê û vekirina korîdorên alîkariyên mirovî dike.