SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra

  • cîhan
  • 14:35 27 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihand ku îro di saetên sibê de du wesayîtên leşkerî yên girêdayî artêşa Îsraîlê derbasî gundê Seyda Henût ê dikeve başûrê Quneîtrayê bûn.
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku du wesayîtên leşkerî yên aîdî artêşa Îsraîlê di saetên sibê de ketin gundê Seyda Hanut ê dikeve başûrê Quneîtrayê. Li gorî SOHR'ê, balafirên keşfê yên Îsraîlê jî di dema derbasbûna her du wesayîtan de li ser herêmê geriyane. 
 
Di 25 'ê Tîrmehê de jî dewriyeke artêşa Îsraîlê ketibû gundê Mezrea Ebû Mezra ya dikeve başûrê Qunêtreyê û piştî nêzî saetekê dîsa vegeriya Golanê.