Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir

  • cîhan
  • 15:18 27 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Îsraîlê li bajarê Tyre yê başûrê Lubnanê êrîşeke bi dronan li dijî malekê kir. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Îsraîlê bi karanîna firoka bêmirov  li ser malekê li bajarê Tyre li başûrê Lubnanê êrîşek pêk anî û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Îsraîlê di saetên sibê de berê xwe dan bajarokê Kefer Kîla yê li başûrê Lubnanê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê, leşkerên Îsraîlê xwe gihandin taxeke li rojhilatê bajarok û bombe li malekê barandin. Dengê teqînê li tevahiya navçeyê hat bihîstin. 
 
Di vê navberê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê di saetên sibê de li ser bajarê Baalbek ê dikeve bakurê rojhilatê Lubnanê firiyane. Wezareta Tenduristiyê ya Lûbnanê ragihand ku balafirên bê mirov ên Îsraîlê duh bi şev bi du fuzeyan êrîşî maleke li bajarokê Debal ê ser bi navçeya Tyre ya li başûrê Lubnanê kir. Di raporên destpêkê de hat ragihandin ku di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.