Seroka MPKE'yê Pasqûîer: Divê operasyon bê rawestandin
- cîhan
- 21:02 12/10/2019
Seroka Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer, bang kir û got: "Divê ev operasyona leşkerî bê rawestandin."
Seroka Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer, bang kir û got: "Divê ev operasyona leşkerî bê rawestandin."
Nûnerên ewlehiyê yên Burukina Faso, diyar kirin ku kesên çekdar li dijî mizgeftê êrîş li dar xistine û 16 kesên li mizgeftê îbadet dikir jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndra bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heîko Maas ragihand ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dê bidine rawstandin.
Yekitiya Ereban, şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke "Dagirkerî û binpêkirina serweriya axa Sûriyê" nirxand û banga civîna lezgîn li Misir û Yekitiya Ereban kir.
Li gelek welatên Ewropa gel li dijî şerê ku Tirkiye 4 rojin bi tang, top û balafiran li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne daketin kolanan. Gel xwest hemû mirov ji bo parastina Rojava rabin ser piyan.
Şandeya MSD'ê ku ji bo hin hevdîtinan çû Misrê dê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe.
Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara Trump a “vekişandina” eskerên Amerîka ya ji ser sînor da. Li dijî vê yekê jî pêşnûme pêşkêş kir. Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran Ellîot Engel ê îmzeya wî di bin pêşnûmeyê de Trump sûcdar kir û got: “Vekişandina leşkerên me ya ji wê herêmê xiyaneta li dijî hevkarên me ye.”
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper, diyar kir ku wan Kurd terk nekirine û wê bi wan re li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Tirkiye bi van operasyonan aramiya hearêmê xera dikin."
Saziya Bijîjkên Sînor Nenas ên Navneteweyî ragihand ku li Grê Spî nexweşxaneya ku endamên wan jî lê dixebitin, ji ber êrîşên Tirkiyeyê hatiye girtin.
Wezîra Karê Ewropa Fransayê Amelîe de Montchalîn, diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê li ser 'masê' ye û di heftiya pêş de wê li Konseya Ewropayê bê gotûbêjkirin.
Li Cinêwê, bi sedan kes êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Wezaret Karên Derve ya Fransê, di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa vexwend wezaretê.
Serokê Komîteya Karên Dîasporaya Parlamentoya Ermenistanê, diyar kir ku Tirkiye di êrîşa xwe de li Grê Spî ku malbatên ermenî lê dijîn dide û plan dikin ku malbatan veguhezînin.
Seroka Lijneya Rêveberiya UNÎCEF’ê Henrîetta Fore, bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev hişyarî kir: “Di warê mirovî de, wê encamên dramatîk derbikevin holê.”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett Mcgruk, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encama van êrîşan wê giran be û wiha got: "DAIŞ di nava vê aloziyê de xwe amade dike ku xwe ji nûve ava bike. "