Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin

img

GÎRESÛN - Berdevkê Platforma Biratiya Robaran Alî Dûrsûn, diyar kir ku li warê findiqan Gîresûnê ji ber HES'an robar ziwa bûne û got: "Ji bo ji zarokên me re ava vexwarinê bimîne, divê em pêşî li ber van HES'an bigirin. Em xwedî li jiyana xwe derkevin." 

Li warê findiq û gilyazan Gîresûnê ji ber Santralên Hîdroelektrîkê (HES) robar ziwa dibin. Heya niha li Gîresûnê 5 HES hatine çêkirin û 8 jê jî li ber qedandinê ne. Her wiha tê gotin jî ji bo 9 heban jî proje hatiye çêkirin. Ev HES hem dibin sedema guherandina avhewayê hem jî dibin sedema karesatên mezin. Par 11 kesî ji ber van HES'an jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Berdevkê Platforma Biratiya Robaran a Gîresûnê Alî Dûrsûn, bal kişand ser texrîbatên ku ji ber van HES'an çêdibin.
 
Dûrsûn, bilêv kir ku ji sala 2010'an heya niha ji bo robaran têdikoşin û got: "Ewilî me nizanibû em ê bi çi awayî bitêkoşin. Li ber me, hêzeke qerase hebû. Bi destê îqtidara AKP'ê, saziyên dewletê piştgirî didan HES'an. Lê belê haya gelê me ji vê tune bû. Ewilî, fêm nedikirin bê ka çi ne. Îqtidara AKP'ê dibêje, 'Em ê ji bo welatê xwe enerjiya elektirîkê bi dest bixin. Em ê hewl ji derve bistînin.' Hinan jê jî digot, 'Em derfetên karî peyda dikin. Ê zarokên we li van deran bixebitin.' Bi vî awayî pêşî li ber mirovan digirtin da ku li ber projeyên HES'an ranebin." 
 
Dûrsûn, destnîşan kir ku lê bi saya têkoşîna wan projeyên 20 heb HES'an hatine rawestandin. Dûrsûn, bilêv kir ku lê belê şîrket projeyên xwe hinekî guherandine û cardin dest pê kirine. Dûrsûn, bal kişand ser rewşa hiqûqî û got: "Mesela em ferz bikin, li geliyekî 10 projeyên cuda hene. Divê tu ji bo gişan yek bi yek dozê bikî û pereyan bidî. Dû re dadgeh pêzaniyê tayin dike. Ji bo vê jî pere divê. Em ne kesine zengîn in. Me ev pere hemû bi piştevaniyî berhev kirin. Bi vî awayî firsend çê bû ku em ji mirovan re behsa HES'an û zirarên wan bikin." 
 
REWŞA ROBARAN 
 
Dûrsûn, destnîşan kir ku her ku wext derbas bûye, mirova di warê bandorên HES'an de serwext bûne. Dûrsûn, anî ziman ku ava robaran pir kêm bûye û nexasim jî di havînê de rewşa robaran pir xirab dibe. Dûrsûn, diyar kir ku sozên ku hatine dayîn yek jê jî ne rast e û got: "Belê, li vê derê enerjî bi dest dikeve, lê dîsa jî elektrîka herî biha ya me ye. Yanî ev proje robarên me ziwa dikin û ji me distînin." 
 
AVA VEXWARINÊ KÊM BÛYE 
 
Dûrsûn, diyar kir ku ji ber HES'an av kêm bûye û got: "Nifûsa naveya Goreleyê 20 hezar e. Navçe ava vexwarinê ji Robarê Goreleyê bi dest dixe. Ava ji robar tê kişandin dixin depoyan. Av kêm bûye û ava bermayî jî li geliyê tê valakirin. Bermayiyên fabrîkeyên çîmentoyê û betona hazir, zirareke mezin dide tenduristiya civakê." 
 
Dûrsûn, anî ziman ku bi dîwarên îstinatê yên li qeraxên robaran hatine çêkirin jî pêwendiya candaran a bi robar re hatiye qutkirin û ji ber ku qeraxa robar ketiye ber îmarê, lehî çêdibin. 
 
BANGAWAZΠ
 
Dûrsûn bang kir ku her kes li dijî vê rabe û got: "i bo ji zarokên me re ava vexwarinê bimîne, divê em pêşî li ber van HES'an bigirin. Heger em bêdeng bimînin, ê zarokên me çawa bijîn? Pêdiviya zarokên kesên ku HES'an çêdikin jî bi vê avê heye. Ji bo ku em karibin jiyana xwe bidomînin pêdiviya me bi av, ax û hewayê heye. Lewma em dixwazin her kes hesas be, di vî warî de. Robarê me jiyana me ye, em xwedî li jiyana xwe derkevin." 
 
MA / Tolga Guney