EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin

img
DERSÎM – Rêxistina EMEP'ê ya Dersîmê, bi minasebeta "Ji bo Rûbarên Cîhanê Roja Çalakiyan" bal kişandin ser HES'ên li ser rûbarê Munzurê tên avakirin û xwestin hemû projeyên xwezaya Dersîmê wêran û talan dikin  bêne betalkirin. 
 
Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dersîmê, bi minasebeta 14'ê Adarê Ji bo Rûbarên Cîhanê Roja Çalakiyan, bi armanca parastina xwezaya Dersîmê li tenişta Gola Çeto doxuşanî dan. Komê li çalakiyê de pankarta “Bila Rûbar Azad biherikin" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê komê Endamê Komîsyona Derdorê Hidir Demîr daxuyanî xwend û wiha got: "Em pir aşkere hîs dikin ku xwezaya me talan û wêran dibe. Sermayedar bi çavê rantê li xwezayê dinerin. Divê hewldanên talankirin û wêrankirina li ser xwezaya Dersîmê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê: 
 
 
“*Divê bermahiyên kanalizasyona diherike ser çemê Mûnzûrê bi dawî bibe. Divê ev pirsgirêka ku jiyana sewalên avê dike talûkeyê bi dawî bibe. Divê bi lez li Pilûrê tesîsa parzinandinê bê avakirin. 
 
* Tevî hemû nerazibûnan li dijî projeya Peyzajê ya Çavkaniyên Munzurê ya  Ajansa Rakirina Firatê, disa projeyê dest pê kir. Ev proje dê zerarek mezin bide çavkaniyên Mûnzûrê. 
 
* Divê hemû projeyên madenvaniyê yên li erdnîgariya Dersîmê bên betalkirin. 
 
* Divê hemû ocaxên kevir û xîzê yên xweza û ekolojiya Dersîmê talan û wêran dike, bên girtin. 
 
* Divê Regulatora  Mercan û HES'ên tên avakirin bên rawestandin. 
 
* Dîsa divê hemû xebat û projeyên ku xweza û erdnîgariya Dersîmê talan û wêran dikin bên rawestandin."