Li dijî kanên mermeran bang kirin

img
 
ÎZMÎR - Berdevkê Platforma Parastina Kartal Dagê Zeynel Aydin, li dijî kana mermeran ên li Tîreyê bang kir û anî ziman ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin. 
 
Şîrketa Emeraldê ji bo li Çiyayê Kartaldagê kaneke mermeran a kapasîteya wê ya salane 500 hezar ton e çêbike, di meha Sibatê de serî li Midûriyeta Bajêr a Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê da. Li vê herêma ku tê xwestin kana mermeran bê çêkirin Gola Beleviyê jî ku ev gol di çarçoveya Peymana Ramsarê de ye. 
 
PLATFORM AVA KIRIN 
 
Gundên Mehmetler, Uzumler, Kuçukkale, Buyukkale, Alayli, Kûrşak, Hasançavûşlar û gundê gund Habîbler ê girêdayî Aydinê hatin cem hev du û li dijî kana mermeran Platforma Kartal Dagiyê ava kirin.
 
Berevkê platformê Zeynel Aydin, destnîşan kir ku divê xweza û avaniya endemîk a Çiyayê Kartalê bê parastin û ji ber ku bermayiyên dîrokî lê hene divê herêm wekî qada SÎT'ê bê îlankirin. Aydin ku 4 sal berê li gundê Kuçukkaleyê bi cih bûye got: "Ji bo xweza, hwa û mirovên gund hatim bi cih bûm. Gundekî aram e. Gava me bihîst ê kana mermeran bê çêkirin, em nerihet bûn. Em ji walîtiyê pê hesiyan ku dê li qadeke 95 hektarî kan bê çêkirin." 
 
Aydin, bilêv kir ku piştî vê li dijî kana mermeran bi gel re civîn çêkirine. 
 
'DIBE KU GOLA BELEVIYÊ ZIWA BIBE' 
 
Aydin, destnîşan kir ku dê ji ber kanên bên çêkrin ê kaniyên wan ziwa bibin û bal kişand ser Gola Beleviyê ku di çarçoveya Peymana Ramsarê de ye. Aydin, bilêv kir ku dê kanên mermeran zirarê bidin ekosîstema Gola Beleviyê û dibe ku ziwa bibe. Her wiha Aydin, destnîşan kir ku dê kan zirarê bidin daristanên li herêmê û erdên herêmê û ev yek jî dibe ku bibe seba lehiyan. 
 
DIJÎ QANÛNA ZEYTÛNA YE 
 
Aydin, da zanîn ku li gor projeya kana mermeran şantiye ê li devereke pir nêzî gund bê çêkirin. Aydin, destnîşan kir ku li gor Qanûna Zeytûnan, divê di navbera qada kanê û qada zeytûnan de herî kêm sê kîlometre hebe. Aydin, diyar kir ku heger şantiye bên çêkirin dê zirarek mezin bigihê zeytûnan. 
 
BANGAWAZΠ
 
Aydin, destnîşan kir ku dê li dijî vê serî li rêyên hiqûqî bidin û got: "Em ji bo çiyayê xwe, ji bo deşta xwe û gola xwe têdikoşin. Ev de rbi qanûnan hatine parastin. Em ê nehêlin kes li vir tiştekî derqanûnî bike. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û piştevniyê bang li her kesî dikin." 
 
Erkûter Erler ku ji Beşa Biyolojî ya Zanîngeha Dokûz Eylulê teqawid bûye jî diyar kir ku 30 sal berê hatiye li gundê Kuçukkaleyê bi cih bûye û bal kişand ser dewlemendiya endemîk a herêmê. Erler, destnîşan kir ku dê projeyên bi vî rengî vê dewlemendiya endemîk tune bikin. 
 
MA / Sevda Aydin- Semra Tûran