Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin

img

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser derzên li Bendava Înceler a gundê Ziravkê ya Qilabanê ketin û ev hişyarî kir: “Ev derz wê rê li ber karesatek mezin veke. Divê li bendavê lêkolîn bê kirin û derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.”

Bendavên "ewlehiyê" yên ku Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) li herêma Bajaroka Hîlal û Sîyahkayayê û li gundê Ziravkê, Robozik, Kiror, Nêrweh û Şiwêtê yên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê, piştî zirarek mezin da xwezayê, niha jî gefê li jiyana mirovên herêmê dixwe. Li herêmê bendava ku di sala 2009'an de li ser Robarê Robizikê yê gundê Ziravkê û Bêjûhê heya Bajaroka Hîlalê diçe hat çêkirin xelas bû. Gundê Ziravkê û Qatê yê ku di salên 1990'an de hatibûn şewitandin û piştî ku li herêmê bendav hat çêkirin di bin avê de mabûn. Bi çêkirina bendavê re gelek nebat û ajal miribûn. Derz li dîwarên wê ketine û av di van derzan re davêje. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê  Hasan Ozgûneş têkildarî derzên ketine bendavê axivî û anî ziman ku eger pêşî li derzbên dîwarên bendavê neyê girtin wê bi xwe re karesatek mezin bîne. 
 
'DI HER 10 KÎLOMETREYAN DE BENDAVEK' 
 
Ozgûneş, anî ziman ku derzên ketine dîwarê bendavê pêşiya xeteriyek mezin vedike û wiha axivî:  “Wekî ku hûn jî dibînin, ji binê diwar de heta jorîn şiliyek pir cidî heye. Li gelek deverên dîwar şilbûna avê heye. Hê jî, li herêmê ku dikeve ber quntara bakur herikînek pir cidî ya avê heye. Di bingeha diwar derizîbûnek cidî heye. Wisa dixuye ku ew ê di demên pêş de bibe sedema teqînekê. Di her 10 kîlometreyeke de bendavek hatiye çêkirin. Ji ber wê jî gundên Ziravke û Qatê dê ji karesata ku di encama teqîna avê de pêk were de gelek êş an bikişîne. Bi teqîna ava bendavê re bi taybetî jî wargeha leşkerî ya li gundê Qatê wê ji holê rabe. Ev jî wê bi xwe re pêşiya xetereyeke mezin veke. Armanca çêkirina van bendavan rant e." 
 
'DARÊN FÊQÎ ZIWA BÛN'
 
Ozguneş, bal kişand li ser zirarên bendavan û got ku li herêmê bendav hatine çêkirin heta niha pêşiya zirareke mezin vekiriye û wiha dom kir: “Ji sala 2019 vir ve, mesafeya di navbera du bendavên ku li herêmê hatine çêkirin 10 kîlometre heye. Dewletê ev bendav ji ber ewlehiyê çêkirin. Lê belê pişt re hewl da ku veguherîne hilbirîna ceyranê. Şika gel ew e ku di çêkirina van bendavan de rant heye. Rastiyeke din jî heye ku ligel çêkirina van bendavan avên gundên derdorê hatin birîn. Hemû zevî û darên fêkiyan ziwa bûn. Welatiyên ku ji zeviyên biav sûd digirtin ew jî ji destê wan hat standin. Van bendavan zirarek mezin dan gelê herêmê."
 
'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN'
 
Ozguneş, bang li rayedaran kir ku pêşiya vê pirsgirêkê bigirin û wiha bi dawî kir: “Çêkirina bendavan, heya niha gelê herêmê pir mexdûr kirin. Pêwîste ev mexdûriyet bê derbaskirin. Heger ev bendav biteqe wê xetereyeke mezin rû bide. Ji ber vê jî em bang li walîtiya bajêr, qeymeqam û hikûmeta AKP'ê dikin ku bihestiyar nêz bibin. Pêwîste ku endezyar bên lêkolîn bikin û tedbir bên girtin. Ger teqîneke bendavê rû bide, wê ne tenê gundên Ziravkê û Qatê bandor bibin, di heman demê de wê navçeyên Sîlopî û Hezexê jî bi awayekê neyînî bandor bibin. Em bi awayeke aşkere bang dikin ku ev kêmasî bê çareserkirin û der heqê mutahîtên ku ev dîwarê bendavê, lê kirine de jî lêpirsîn bê destpêkirin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût