Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe

img

WAN - Gola Wanê ku bi wêneyê xwe yê ji fezayê hatibûn girtin di "Tûrnûvaya Cîhanê" ya NASA'yê de bûbû yekemîn, bi destê şaredariyan tê qirêjkirin. Şaredarî moloz, bermayiyên cihokan û malan bera nav golê didin û golê qirêjî dikin. 

Wêneyê Gola Wanê yê ji fezayê hatibû girtin, di "Tûrnûvaya Cîhanê" ya NASA'yê de bûbû yekemîn. Wêneyê ku astronot Kate Rûbîns di 12'ê Îlona 2016'an de girtibû, piştî bû yekemîn li seranserê cîhanê deng veda. Lê belê niha halê golê û yê di wêne de pir dûrî hev in. Ji lew re bi bermayiyên malan, bi bermayiyên endustriyî û biyolojîk tê qirêjkirin û hin mirovên zanyar diyar dikin heger wisa dewam bike dê 25 sal bi şûn de nemîne. 
 
PIŞTÎ QEYÛM 
 
Ev talûkeya ku golê pê re rû bi rû ye, berê hatibû nîqaşkirin lê ji bo wê tu gav nehatibûn avêtin. Rêvebiriya HDP'î ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû, derbarê vê de bi nûnerên sazî û dezgehên bajêr re civîne çêkiribû û di vê civînê de biryar hatibû girtin ku 17-24'ê Hezîranê wekkî "Rojên Hayjêhebûna Ji Hewzeya Gola Wanê" pîroz bikin. Rêvebiriya HDP'î ji bo vê komcivînek jî çêkiribû û di vê komcivînê de ji bo "Qanûna Parastina Hewzeya Gola Wanê" bibe qanûn û gol daxilî nav Lîsetya Mîrateyên Cîhanê ya UNSECO'yê bibe, biryara hin xebatan dabû. 
 
Lê belê piştî ku cara dudoyan qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, xebatên dê bihatana kirin sekte xwarin û sekinîn û gol di halê xwe de hat hiştin. Niha perava golê ji çopan xalî nabe. Hema bibêje li her derê wê şûşe, kîsik, metere, teneke û perçeyên caman hene. Her wiha bi avên nayên dawerivandin û ber bi wê ve tên şandin jî tê qirêjkirin. Çopên dibin sedema bêhneke nexweş nayên berhevkirin û molozên ku bi destên şaredariyên di destên qeyûman de tên avêtin jî gol hîn bêtir qirêj dibe. 
 
MA / Mujdat Can