Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin

img
MÊRSÎN - HDP'ê di roja sêyemîn a “Hevdîtinên Ekolojiyê” de, li navçeya Mezîtlî bi gel re li hev civiyan. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku armanca wan ewe ku çandinî û xwezayê biparêzin û wiha got: “Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê darên porteqal û lîmonan şîn bibin.”
 
 
“Hevdîtinên Ekolojiyê” yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê li qadên ku talankirina ekolojik lê pêk tê, di roja sêyemîn de berdewam kir. Şandeya ku ji Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulbahar Şofer, Komîsyona Ekolojiyê û rêveberên HDP’ê pêk tê di çarçoveya hevdîtinên xwe de seredana taxa Kalekoy a girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê kir. Şêniyên taxa Kalekoy ên şandeyê guhdariya wan kir, bertek nîşanî tesîsa senayiyê ya tê xwestin li ser zeviyên çandiyê yên heremê bê avakirin, dan.
 
‘PÊŞEROJA ME DI ÇANDINIYÊ DE YE’
 
Parlementer Ridvan Tûran ê di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku kes bi tesîsa senayiyê ya ku tê xwestin li ser zeviyên çandiyê yên heremê bê avakirin razî nîne. Tûran, da zanîn ku ji bo ku tahrîbat pêk neyê û zeviyên çandiniyê bên parastin amadene bi gel re bi her awayî têbikoşîn û wiha got: “Li Mêrsînê li ser 600 donim zeviyên çandiniyê beton hatiye rijandin. Wateya domandina vê xeletiyê nîne. Beton, ax, kevir nayê xwarin, pêşeroja me di çandiniyê de ye. Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê bila darên porteqal û lîmonan şîn bibin. Armanceke me ya din nîne. Derbarê vê mijarê de li Meclîsê tişta ji destê min bê ez ê bikim û ez ê şopdarê vî karî bim.”