Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin

img
RÎZE - Jinên nexwazin kana keviran li geliyê navçeya wan Îkîzdereyê bê çêkirin û di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin, da zanîn ku ew bi erdê re kaş kirine. 
 
4 gundiyên naxwazin Înşeat Cengîn li geliyê navçeya wan a Îkîzdere ya Rîzeyê kana keviran çêbike û li dijî vê derdikevin ên di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatibûn bedan. 4 gundiyan tiştên jiyan vegotin.
 
‘YAN BI XWEŞÎ, YAN JÎ BI ZORÊ’
 
Jina bi navê Derya Baş, wiha behsa binçavkirin xwe kir: “Çawan ku em çûn qadê, hewldan zilaman binçav bikin. Xwestin me ji qadê derbikexin. Dema nekarin me derxînin fermandarê eskeran got, ‘Yan hûnê bi xweşî biçin, an jî hûnê bi zarorê…’ Me li ber xwe da. Lê bi milên me re girtin û em binçav kirin. Bi saetan em dibin çavan de girtin.”
 
 ‘LI QEREQOLÊ EZ HATIM SER HIŞÊ XWE’
 
Fermiye Baş a hatibû binçavkirin jî wiha got: “Serê sibê em çûn qadê û me dest bi berxwedana xwe kir. Hin jin jî derketin ser daran. Demak jin derketin ser daran, fermandar got ‘birekê bînin û daran jêbikin.’ Hewldan me ji wê derê bi qewirînin. Me jî, ji wan re got, ‘Em naçin, em li ser axa xwe rûdinin.’ Dûre em binçav kirin. Dema em ber bi wesayîta eskerî ve birin, min dît ku dest bi xebitandina makîneyên kar kirin. Di vê navberê de ez ji ser hişê xwe çûm. Li qereqolê ez hatim ser hişê xwe.”
 
Ayşe Baş jî, da zanîn ku eskeran ew bi erdê re kaş kirin û di qereqolê de bi saetan rawestandine.