Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin

img

MÊRDÎN - Rezên li herêma Zinar a navçeya Artûklûyê, niha bi talûkeya ava cihokan re rû bi rû ye. 

Herêma Zinarê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ava cihokan a nayê dawerivandin tê qirêjkirin. Ava cihokan zirarê didin bax û baxçeyên li herêmê û bêhneke nexweş ji herêmê tê. 
 
Cotkar Ramazan Admiş anî ziman ku ava cihokan di nav baxçeyê wî re derbas dibe. Admiş, diyar kir ku vê ava nedawerivandî zirarê dide cotkaran. Admiş bal kişand ser cureyên nebatan ên li herêmê û got: "Gava mirov di vir re derbas dibin, ji ber bêhnê genî nikarin îdare bikin. Niha bêhneke pir pîs heye. Havînê bêtir dibe."
 
Admiş, destnîşan kir ku ev av bax û baxçeyên wan perîşan kirine û rayedar ji bo vê tu tiştî nakin. 
 
LI BENDA ÇAREYEKÊ NE
 
Admiş, rezên di nav ava cihokan de mane nîşan da û got: "Giş hişk bûne. Bandor li darên gilyaz û biyokan jî dike." 
 
Admiş, destnîşan kir ku divê ji bo vê avê cihokên nû bên çêkirin û borî bên bikeyskirin û her wihaa li dijî avên bideterjan û derman divê pergala dawerivandinê vê çêkirin.