Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye

img

WAN - Gola Keşîşê ku bi xwezaya xwe mirovan heyr dihêle û qada qulinga ye, niha bi texrîbata serdêran û ziwabûnê re rû bi rû maye. 

Ji deverên herî xweşik û rengîn ên Wanê, yek jê jî Gola Keşîşê (Tûrna-Rûsa) ye. Lê belê niha ji ber texrîbata serdêran bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Tê gotin ev gol, beriya mîladê 685-645'an de di dema Qiralê Ûrartûyan Rûsa yê II. de pêşî li ber robarekî hatiye girtin û bi vî awayî hatiye çêkirin. Gol, di nav sînorên navçeya Payîzavayê de ye. 
 
 
GOL Û BEDEWIYA WÊ
 
Gola Keşîşê di nav "Qadên Hesas ên Bên Parastin" de ye û bi taybetî bi hatina biharê re bi kulîlkên xwe yên rengîn û bi hewaya xwe ya paqij balê dikişîne. Her sal bi hezaran kes tên wê ziyaret dikin û derdora wê warê gelek çûkan e. Her wiha sîrika penêrê Wanê jî qismek jê li derdora wê şîn tê. 
 
WÊ TEXRÎB DIKIN 
 
Piştî qedexeya 17 rojan bi dawî bû, gelek kesan berê xwe da golê. Lê belê kesên hatine golê zirar dane derdora wê. Serdêrên tên li wir goşt dibirêjin û çopên xwe berhev nakin. 
 
ÇÛK DEV JI HÊLÎNÊN XWE BERDIDIN 
 
Ev qirêjî bandorê li qulingên golê û çûkên din jî dike. Ji ber ku gelek kes tên golê çûkên li derdorê jî ji bêgavî dev ji hêkên xwe û hêlînên xwe berdidin. 
 
Ji xeynî vê, ziwabûna ku van salên dawî rû daye jî bandorek nebaş li golê dike. Ji ber ziwabûnê qeraxên golê miçiqîne. 
 
MA / Bariş Donmez