Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin

img
ÇEWLIG - Agirê ku li Dara Hênê bi daristanê ket, qadeke 35 kîlometrekareyî kir arî. Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, destnîşan kir ku agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, lê yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin.
 
Li herêma Suvêran a navçeya Dara Hênê ya Çewligê, di 25'ê Hezîranê de agir bi daristanên di navbera gundê Gaz, Şêxîsmal û Xodanê de ketibûn. Agir piştî 5 rojan hatibû tefandin.
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê Erdal Aydemîr ku li herêmê lêkolîn kirin, diyar kir ku xebatên ji bo tefandina agir qels bûne. 
 
QADEKE MEZIN TEXRÎB BÛYE 
 
Aydemîr, diyar kir ku qadeke 35 kîlometrekareyî bi temamî bûye arî û daristaneke mezin ji binî de çûye. Aydemîr, anî ziman ku ev daristan ancax 40 salên din şîn bibe û got: "Gava li Dara Hênê agir bi daristanê ketibû, li marmarîsê jî agir bi daristanê ketibû. Şewata li Marmarîsê di 4 saetan de hatibû tefandin. Lê ya li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin. Ev jî vê yekê nîşan dide. Bi taybetî li devera ku agir bi daristanê ketibû, xebatên ji bo madenan heye. Tişta balkêş jî ew e ku 5 sal berê jî van çaxan agir bi heman herêmê ketibû. Ji ber van şewatan zirareke mezin rû da." 
 
ÇAVKANIYA DEBARÊ NEMA 
 
Aydemîr, destnîşan kir ku partiya wan HDP, ji bo pêşî li ber qirkirina xwezayê bigire û ji bo xwezayê zînde bike çi ji destan tê dike û got: "Li Xarpêt, Amed û Çewligê tim agir bi daristanan dikevin. Lê partiya îqtidarê xwe li bêdengiyê datîne." 
 
Aydemîr, da zanîn ku darên fêkiyan ên herêmê tune bûne û got: "Dimsa dihat çêkirin, piştî şewatê ji binî de çû. Her wiha êdî dê welatî nikaribin li vir heywanên xw ebiçêrînin." 
 
Aydemîr, destnîşan kir ku divê di cî de mudaxileyî şewatên li herêmê bên kirin û ji bo vê jî divê li navendên bajaran helîkopter hebin. 
 
BANG LI EKOLOJÎSTAN KIR
 
Aydemîr, anî ziman ku piştî israrên HDP'ê agir hatiye tefandin û got: "Lê belê çi li Tirkiyeyê çi jî li herêma me divê kesên ekolojîst û saziyên ekolojiyê hesas tevbigerin. Hesasiyeta li ser medyaya sanal têr nake. Mixabin ji bo hikûmeta AKP'ê tu qîmeta xweza, heywan, dar, mirov û çeman tune ye. Xwezayê wekî qada rantê û amûran zengînbûnê dihesibîne." 
 
MA / Ayşe Surme