Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin

img
ŞIRNEX – Ji qereqola Akdîzgîn a li navçeya Basayê leşkeran gule berda û li derdora Çemê Dîcleyê şewat derket. Welatî bi derfetên xwe yên kêm mudaxileyî şewatê dikin.   
 
Li devera Dehla Şêx ya dikeve navbera gundê Bafê û Erzenax ên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji ber gulebarana leşkeran li zeviyên derdora Çemê Dîcleyê şewat derket. Hat zanîn ku leşkeran ji Qereqola Akdîzgîn a bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ku li aliyê din ê çem e gule berdan e. Şewata ku ber bi nava gundan ve diçe, welatî bi derfetên xwe yên kêm mudaxile dikin. Gelek dar şewitîn. Sala par jî ji heman qereqolê gule hatibûn reşandin û şewat derketibû.