Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir

img
SÊRT - Dadgeha herêmî daxwaza ji bo redkirina rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a ku tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin, red kiribû. Şûraya Dewletê, biryara dadgeha herêmî qebûl nekir û ji ber vê dadgeha herêmî biryar da ku rapora ÇED'ê bê betalkirin. 
 
Di sala 2015'an de li gundê Şavura yê navçeya Dihê ya Sêrtê li ser Çemê Zoravayê Santrala Hîdroelektrîkê (HES) hatibû çêkirin. Piştî 5 salan vê carê hat xwestin li devereke 7-8 kîlometreyan dûrî HES'a ewil yeke din bê çêkirin. Ev projeya ku DSÎ û Şîrketa Enerjiyê ya Tîgrîsê dixwazin bi hev re çêbikin, di 21'ê Adara 2019'an de hatibû îmzekirin. 
 
Gundiyan, bi hinceta ku rapora Nirxandina Kartêkerî ya Hawirdorê (ÇED) li gor usulû nehatiye çêkirin, ji bo betalkirina projeyê di 25'ê Nîsana 2019'an de serî li Dadgeha Îdare ya Sêrtê dabûn. Dadgehê jî di 30'yê Nîsanê de biryar dabû ku dibe ku proje bibe sedema zirareke mezin û biryara rawestandibû dabû. 
 
Piştî vê biryarê şîrketê û DSÎ'yê cardin proje domandibûn. Gundiyan cardin bi hinceta rapora ÇED'ê ne li gor usûlê ye serî li dadgehê dabû. Lê belê dadgehê di 10'ê Hezîranê de cardin bes biryara rawestandina projeyê dabû.
 
ŞÛRAYA DEWLETÊ BIRYAR XERA KIR 
 
Her wiha heyeta dadgehê 15 hezar TL mesrefê dozê jî xistibû stuyê kesên gilîdar. Piştî vê gundiyan serî li Şûraya Dewletê dabû. Şûraya Dewletê di 2'yê Kanûna 2020'î de biryara Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê xera kiribû. 
 
Her wiha Şûraya Dewletê biryara derbarê mesrefên dozê de jî xera kiribû. 
 
Biryara Şûraya Dewletê, di 13'ê Tîrmehê de li Dadgeha Îdare ya Sêrtê hat nirxandin. Dadgeha Îdare ya Sêrtê li gor biryara Şûraya Dewletê tevgeriya û biryar da ku rapora ÇED'ê bê betalkirin. 
 
MA / Fethî Balaman