Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne

img
MÊRSÎN – Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran da zanîn ku di 13 sal3en dawî de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bune û wisa bidome wê 60 salên din şûn ve qada çandiniyê nemîne. 
 
Komîsyona Ekolojiyê ya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê têkildarî talankirina xwezayê ya li Mêrsînê li Cemiyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, Hevserokên HDP’a Mêrsînê Bulbahar Şofer û Mehmet Aliş û rêveberên HDP’ê beşdar bûn û nûnerên ÎHD’ê jî piştgirî dan civînê. 
 
766 RUHSATÊN MADENÊN KEVIRAN 
 
Parlamenter Ridvan Tûran bal kişand ser pirsgirêkên kanên keviran û li Tirkiyê ruhsatname dane 766 herêman û ji van deveran ji sedî 58 qada daristanan e û ji sedî 60 jî qada çandiniyê ye. Tûran bi bîr xist kul i gelek deverên Mêrsînê xebata kanên keviran heye û ji ber kanên keviran cûreyên nebatan tune dibe û zirarê dide xwezayê. 
 
ÇANDA YORUK BI TALÛKEYÊ RE RÛBIRÛ YE 
 
Turan bal kişand ser rûxandina ekolojîk ku zirarê dide çandê jî û destnîşan kir ku li herêma Mêrsînê çanda Yorukan bi talûkeyê re rûbirû ye û ji ber nikarin bixebitin ji bajêr koç dikin. Turan got îqtidara AKP-MHP’ê li ser Yorukan qirkirina çandî pêk tîne. 
 
650 HEZAR DEKAR QADA ÇANDINIYÊ TUNE BÛYE
 
Tûran anî ziman ku du di encama polîtîkayên talankirinê yên îqtidara AKP-MHP’ê de li Mêrsînê di 13 alên dawî de 650 hezar dekar qadên çandiniyê hatine tunekirin û heke wisa bidome wê 60 salên din şûn ve wê qada çandiniyê li Mêrsînê nemîne.