Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin

img

STENBOL - Serokê CHP'a Rîzeyê Saltûk Denîz, diyar kir ku di dema desthilata AKP'ê de Herêma Behra Reş bi projeyan hatiye texrîpkirin û ev tişt got: "Rebazên şaş ên hin kesan nabin qedera mirovên li herêmê dijîn. Divê em van bobelatên ku her sal pêk tên ji qederê derbixin."

Di salên dawîn de Herêma Behra Reş bi bobelatên lehî û hezazan ji rojevê nakeve. Li herêmê di 20 salên dawîn de ji ber lehî û hezazan herî kêm 169 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji van 169 kesan 84 jê ji Rîzeyê ne. Herî dawî jî di nav hefteyekê de li bajar 6 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. 3 kesên ku bi lehiyê re çûne hê jî agahî ji wan nayê girtin. Bi van lehiyên ku her sal di demsala havînê de çêdibin re xesareke mezin li herêmê çêdibe. Rexmî vê rewşê jî talana xwezayê ku bi "Reya Peravê ya Behra Reş" dest pê kir berdewam dike. Li bajarên herêmê ku ji bo şîrketên enerjiyê tên pêşkêşkirin, qadên daristan radestî kanên keviran hatine kirin. Li herêmê zêdetirî 100 HES hene û çêkirina bi dehan HES'an jî didome. Bi dehan proje jî di asta îhaleyê de ne. Dîsa otelên ku tên çêkirin jî herêmê bêdar dikin. Têjekirina perevan jî îşaretên bobelatan didin. 
 
HES DIBIN SEDAMA GUHERTINA AVHEWAYÊ
 
Serokê CHP'a Rîzeyê Saltûk Denîz, van qewimînin li herêmê nirxand û diyar kir ku li herêma Behra Reş lehî û hezaz bûne tiştekî asayî û wiha got: "Yek ji sedema herî girîng a bobeletan projeya HES û medenan e. HES, rêyên ku li zozanan tên çêkirin, sererastkirina çeman dibin sedema guhertina avhewayê. Em her sal heman tiştî diaxivin. Piştî lehiyên sala borî gelek soz hatin dayîn lê ev sos nehatin girtin. Desthilat ji bo çareseriyê nêzî bobelatan nabe. Lehî ne qeder in Behra Reş in. Rebazên şaş ên hin kesan nabin qedera mirovên li herêmê dijîn. Divê em van bobelatên ku her sal pêk tên ji qederê derbixin. Piştî her bobelatê tê gotin ku barana ku ji 200 salan careke dibare bariyaye. Divê nêrîna rêveberiyê ya mijarê biguhere."
 
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ RÊBAZ BÊN GUHERTIN
 
Saltûk Denîz, destnîşan kir ku nêrîna desthilatê ji bo rantê ye û ev tişt got: "Bi vê nêrîn pirsgirêk çareser nabin. Piştî bobelatan pê re dest bi sererastkirina çeman tê kirin û îhaleyên HES'an tên kirin. Pirsgirêka bingehîn ew e ku xweza ji bo rantê tê bikaranîn. Li Behra Reş her tiştê ku ji bo astengkirina bobelatan tê kirin dibe sedema bobelatan. Serokkomar got ku 550 avahî çêbikin lê ev ne çareserî ye. Wê ev bibe sedema ku gundên Behra Reş bêmirov bimînin. Ji bo çareseriyê divê destpêkê rêbaz bên guhertin û nirxandineke giştî ya xetereyê bê kirin. Ji ber ku em nikaribin pêşî li barîna baranê bigirin divê em ji bo baran nebe bobeletan bergiriyan bigirin. Ev jî bi rêbazên zanistî pêkan e. Kesên rêveber xwezaya me nafikirin. Xwezayê talan dikin."
 
 
MA / Tolga Guney