Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şewatên daristanan ên li navçeyên Xozat û Pîranê derketin vemirîn. Di şewatan de bi sedan dar şewitîn. 

 
Di 30’ê tîrmehê de di encama operasyona eskerî de li gundên Derekoy û Gedîkler ên girêdayî navçeya Xozatê ya Dersimê agir bi daristanan ket. Hat hînbûn ku Miduriyeta Daristanê, Îdareya Taybet a Bajêr û tîmên agirkujiyê li herêmê xebatên cemidandinê dane destpêkirin. Şêniyên herêmê ragihandin ku ji ber şewatê qadeke mezin şewitiye. 
 
ŞEWATA LI PÎRANÊ
 
Şewata daristanê ya duh li Gundê Yeşîltepe yê navçeya Pîrana Amedê derketibû jî hatiye vemirandin. Di şewata ku tîmên agirkujiyê vemirand de gelek dar şewitîn.