‘Desthilat nikare welat birêve bibe'

img
MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê têkildarî lehî û êrişên nijadperest daxuyanî da û wiha got: “Ev desthilat hatiye asteke ku êdî nikare welat bi rê ve bibe.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê têkildarî karesata lehî û êrişên nijadperest li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Şaxa Genel-Îş’ê ya Mêrsînê ya DÎSK’ê, Nûnerê Partiya Azadiya Civakî (TOP) yê Mêrsînê û endamên meclîsa şaredariyê yên HDPû CHP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer a daxuyanî xwend, destnîşan kir ku mirov bê xweza nikarin bijîn û bal kişand ser şewatên daristanan. Şofer, diyar kir ku polîtîkayên dijminanê yên li dijî daristan, xweza û jiyanê nayên qebûl kirin û wiha got: “Berpirsyara sereke ya karesatên lehî û şewatan desthilata ku li pey rantê dibeze ye. Ev desthilat hatiye asteke ku êdî nikare welat bi rê ve bibe.” Şofer, herî dawî got ku weke HDP’ê tu car dest ji têkoşîna parastina hevsengiya ekolojîk  bernadin. 
 
‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ BERDIN’
 
Cîgirê Hevserokên HDP’ê Îhsan Derînoz ê li ser navê Komîsyona Penaber û Koçberan axivî jî diyar kir ku bi hin gotinên desthilat û partiyên mûxalefetê nijadperestî û faşîzm zêde bûye û wiha bilêv kir: “Ji bo ku êriş bi dawî bibin divê dest ji polîtîkaya bêcezatiyê bê berdan. Em ê mafên hemû mirovan biparêzin, li cem wan bin û di nava piştevaniyê de bin. Bijî yekitiya hemû gelan."