Li Bedlîsê agir bi daristanê ket

img

BEDLÎS - Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê agir bi daristanê ket. 

 
Agahiya şewatên daristanan ji Bedlîsê jî hat. Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê agir bi daristanê ket. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku sedemê şewata ku di saetên serê sibê de derket ne diyar e. Çavkaniyan, da zanîn ku tîmên agirkujiyê yên Miduriyeta Daristanê mudaxaleyî şewatê dikin lê ji ber rê di bin daristanê de derbas dibe, mudaxaleyeke bi bandor nayê kirin û şewat her ku diçe belav dibe.