Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike

img
ŞIRNEX - Şewata ku li Qurta Xanê ya ku dikeve Herêma Bestayê di roja 2'yemîn de didome.
 
Li Qurta Xanê ya ku dikeve Herêma Bestayê ya Şirnexê şewata ku duh derketibû didome. Ji hêla çavkaniyên herêmê ve hat ragihandin ku piştî operasyona leşkerî şewatê derketiye. Heta niha sazî û dezgehên rayedar mudaxileyî şewatê nehatiye kirin. Bi hinceta "herêm qedexe ye" mudaxileya xelkê derdorê jî tê astengkirin.
 
Her wiha li gundê Mêhrîna ya ku dikeve herêma Bestayê, 5  roj bêriya niha di encama bombebarana balafiran de şewat  derketibû û ew şewat xwe bi xwe vemiriye.