Projeya germavê 20 meh in neqediyaye

img

ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ev sal û nîvek e ji ber Şaredariya AKP'î projeya germavên Zumrutê ya şîfayê neqediyaye. 

Navçeya Elkê ya Şirnexê bi çiyayên xwe yên bilind, rubar, kanî û germavên xwe yên xwezayî tê naskirin. Tê diyarkirin ku Germavên Zimrûdê yên xwezayî ku li gundê Germav ê li quntara Çiyayê Kato yê navçeyê ne, ji bo gelek nexweşiyan derman in. Germava ku her sal ji aliyê gelek welatiyên xwecihî û biyanî ve tê ziyaretkirin ji ber projeya ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), meclîsa bajêr û Şaredariya AKP'î ya Elkê ve bi hevparî hatiye amadekirin, ev nêzî 2 sal in hê jî nehatiye temamkirin.
 
MALIYETA PROJEYÊ 4 MÎLYON Û 620 HEZAR TL
 
Maliyeta projeyê, 4 mîlyon 620 hezar TL hate diyarkirin û ev pere di navbera saziyan de hat payêkirin. DÎKA milyon û 619 hezar û 908 TL, Îdareya Taybet a Şirnexê mîlyon û 500 hezar TL û Şaredariya Elkê ya AKP’ê jî milyon û 500 hezar TL dê bide. Li gel ku soz hatibû dayîn ku dê ev projeya ku 4 mîlyon 620 hezar TL lê çûye di nav salekê de biqede, lê 20 meh in hê jî di projeyê de pêşkeftinek tune ye.
 
 Hat hînbûn ku sedema vê jî şaredariya Elkê ya AKP'yî para xwe nedaye. Welatî ji ber projeya ku ji ber şaredariya AKP'ê bi dawî nabe tên mexdûrkirin.
 
'XWEZAYIYA WÊ NEMA'
 
Ji gundê Germavê welatiyê ku nexwest navê wî bê şekerekirin diyar kir ku ev 2 sal in ev xebate didome û got : "Ev der cihê me ye. Her sal bi sedan mirov dihatin vê derê. Kesên ku dihatin koneyên xwe vedidan. Lê piştî destpêkirina vê projeyê hatin kêm bûn. Dema ku ev proje dan destpêkirin kesî guh li fikir û ramanê me nekir. Pêdivî bi vê projeyê nebû. Ji ber ku Germav xwezayî bûn, her kes bi kîlometreya dûrî navçe dihat vê derê. Lê li gel vê projeyê germav ji xwezayiya xwe hat derxistin. Niha ferq û cudahiya vê germav û hewza germ wê çibe? Pêdiviya me bi vê projeyê tune bû." 
 
GERMAV ZIRARÊ DIBÎNIN'
 
Lê belê, piştî ku Kaniyên Germavê yên Zimrûdê bi projeyê ji xwezayîbûna xwe hatin derxistin, tê dîtin ku pir hindik kes diçinê. Di çarçoveya projeyê de, tê armanckirin ku 2 hewzên derve yên zilaman, 1 hewza derve ya jinan, 1 hewza hundir, 1 hewza zarokan, 1 resepsiyona yekqatî, kozika servîsa razanê, wargeh, qada lîstika zarokan û qadên rûniştinê bên çêkirin. Tê diyarkirin ku bi projeyê wê xwezabûna germavên germ nemîne.
 
MA / Zeynep Dûrgût