Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin

img

DERSIM - Şêniyên herêmê pengava ku tê xwestin li Dero Findikê ya Xozatê bê çêkirin wekî "qirkirina xwezayê" pênase kirin û gotin, dê nehêlin pengav bê çêkirin. 

Tê plankirin ku li Dero Findiko yê Xozatê pengavek bê çêkirin. Keyayê gundê Axzûnîkê, di 2020'an de bêyî ku bi şêniyên gund bişêwire, serî li Midûriyeta Herêmê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) dabû û xwestibû li gund pengavek bê çêkirin. Piştî qebûlkirina serlêdanê, DSÎ'yê li herêmê xebatên keşfê kirin û cih tespît kirin. 
 
Gundî ji ber pebgava ku tê xwestin di navbera gundê Axzûnîk, Kîlîse û Peîkê da bê çêkirin jî nerazî ne. Gundiyan bilêv kir ku heger pengav bê çêkirin, dê gundî ji bêgavî koç bikin. 
 
DÊ 7 GUND MEXDÛR BIBIN
 
Şênîyê gundiyê Axzûnîkê Feyzî Konak, anî ziman ku heft robar diherikin Dero Findikoyê û niha tê xwestin ku bi pengavekê pêşî li ber vê bê girtin. Konak got: "Ma heq e mirov tiştekî wiha bike? Mirov ji xwe fedî dike ku tiştekî wiha îmze bike. Sirf ji bo avdaniya deh dar û çend erdên gundekî, tu radibî 7 gundan mexdûr dikî. Ma ev heq e?"
 
KOÇBERÎ
 
Konak, anî ziman ku di 1994'an de mirov bi darê zorê ji herêmê hatine derxistin û got: "Mirov hatin sirgûnkirin. Wê demê malbatek çû Ewropayê. Paşê vegeriyan. Bi navê Axa şêniyek gund heye. Li Enqereyê bû, mala xwe anî gund. Gava tu rabî pengavekê li vir çêbikî, dê ev mirov cardin mecbûr bimînin koç bikin." 
 
DÊ XWEZA TEXRÎB BIBE
 
Konak, diyar kir ku gava pengav bê çêkirin dê xweza texrîb bibe û candarên xwezayê mexdûr bibin. 
 
ÎMZEYÊN XW EBETAL BIKIN
 
Konak, destnîşan kir ku ew naxwazin pengav bê çêkirin û heya ji destê wan bê dê nehêlin bê çêkirin û wiha domand: "Tiliya kê di vê de hebe, bila îmzeya xwe betal bike û lêborînêa xw eji gel bixwaze. Tu derdekî me bi kesî re tune ye. Lê em dibêjin, gava hûn dest bidin daristan, xweza, av, keir, candarên me, yanî hûn dest bidin awayê jiyana me, em ê we teşhîr bikin. Bila mirovên me tiştên zirarê didin qadên jiyanê nekin. Ji bo avadaniya çend daran, tiştekî wiha nayê qebûlkirin, ev li me nayê."
 
‘EM VÊ QIRKIRINÊ NAXWAZIN'
 
Şêniyê gundê Peîkê Înan Bakir jî destnîşan kir ku dê çêkirina pengavê zirareke mezin bide gelî û herêmê û ev tişt gotin: "Li vir daristanên me, geliyê me û darfisteqên me hene. Li nêzî cihê ku tê xwestin pengav lê bê çêkirin gorên me hene û dê ev gor jî di bin avê de bimînin. Em vê komkujiyê naxwazin."
 
Bakır, destnîşan kir ku qethiyen dê nehêlin ev pengav bê çêkirin û got: "Dê bibe komkujî. Me berê jî tiştên bi vî rengî dîtin. Ev zalimî ye. Qethiyen em ê qebûl nekin û heya dawiyê bitêkoşin." 
 
BILA HER KES SÛD JÊ BIGIRE
 
Şêniyê gundê Kîlîseyê Velî Yildirim (72) jî anî ziman ku gelê herêmê hemû sûd ji Dero Findikoyê digire û got: "Heger ev proje çêbibe dê zirar bigihê mirov û heywanan. Erdê me hene. Heger ev pengav bê çêkirin dê ev erd di bin avê de bimînin. Têkiliya me gundiyan pir aş e, em tim li cem hev in. Ava her kesî jî heye. Lê pêşîlêgirtina vê avê, dê zirarê bide her kesî. Em vê naxwazin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar