Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin

img

ŞIRNEX - Gundê Hemka yê Elkê ku 2 sal in ava wan kêm bûye, îsal bi talankirina û wêrankirina xwezayê ya li herêmê kaniyên heyî yên avê jî ziwa bûn. Gundiyan ku ji ber nebûna avê nikarin pezê xwe bînin malê gotin: "Hewa sar bû, lê em nikarin pezê xwe bînin. Pezê me perîşan bû. 4 hezar û 500 pez bê av e."

Li herêmê li gele polîtîkayên talan û wêrankirina xwezayê, îsal ji ber hişkesaliyê jî zor û zehmtiyên mezin rû dan. Herêma ku bi kanî û sûlavên xwe tê nasîn, îsal hema bibêje şêniyên herêmê bi zorê avê peyda dikin. 
 
Di 22'yê Îlonê de Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qilaban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî ku bêyî ku guh bide rapora ÇED'ê li 20 herêman destûra lêgerîna madenê da. Li gel erêkirina vê biryarê li herêmê xebata derxistina madenan hat destpêkirin û ev jî bû sedema qirkirina daran û her wiha astengkirina herikîna kaniyên avê. Yek ji van gundên ku ji vê yekê bandor girtin jî Hemka yê navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Gundê ji 52 malan pêk tê û nêzî 2 salin bê avve. Çendî ku gundiyan ev pirsgirêk ragihandin rayedaran jî, lê heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu hewldanek nehatiye kirin. 
 
'DARÊN ME HIŞK BÛN'
 
Keyayê gund Nîhat Acer, anî ziman ku di van salên dawî de çavkaniyên avên gund hişk bûne û wiha axivî: "Avên gund ev 2 sal in gelek kêm in. Rûbarê me kêm bûye. Me 3-4 caran daxwazname dan. Lê bêencam man. Em gelek zahmetiyê dikêşin. Darên me hemû hişk bûn. Rayedar her ji me re dibêjin di meha pêşiya me de em ê çê bikin. Lê heta niha jî ev gotine pêk nehatiye."
 
'4 HEZAR Û 500 PEZ BÊ AV E'
 
Acer, diyar kir ku ji ber ku li gund av tune ye, gundî nikarin pezê xwe ji zozanan bînin û got: "Li gundê me gel debara xwe li ser sewalkariyê dike. Piştî ku ava me kêm bû û çavkaniyên avê hişk bûn gundî nikarin pezê xwe ji zozanan bînin. Dinya sar bû, lê em nikarin bînin. Pezê me perîşan bû. 4 hezar û 500 pez bê av e. Em ji nêçariya xwe di zivistanan de pezê xwe dibin gundan. Jiyan bê av nabe. Daxwaziya me ew e ku vê pirsgirîkê çareser bikin." 
 
'AV NEBE EM Ê ÇAWA SEWALKARIYÊ BIKIN?'
 
Ji niştecihên gund Naîm Acer (59) jî diyar kir ku ji ber ku av tune ye pezê wî li zozanan nêçar maye û got: "100 pezê min heye. Pirsgêrika me ya mezin av e. Ava me nemaye. Tu derfetên me jî tune ne ku em ji gundeke din avê vekeşîn. Dinya cemidî, pezê me li zozanan ma. Em di zivistanê de êdî berfê didin pezî. Em debara xwe jî li ser pezî dikin. Av nebe em ê çawa sewalkariyê bikin?" 
 
'EM BERFÊ DIHELÎNIN Û DIDIN PEZ' 
 
Ji şêniyên gund Ferhan Arma, (60) da zanîn ku ji ber vê pirsgirêka avê kes naxwaze li gund bimîne û ev tişt got: "Nifûsa gund 500 de. Lê ji ber ku av tune ye kes nayê û em niha 50 mal in. Av tune ye. Herin li dinyayê bigerin bê ka kîjan gund bê ave. Hûn li gundê me hemûyî bigerin hûn yek bacan nabînin. Çimkî av tune ye ku çêbibin. Di zemanê berê de avên me hebûn. Lê sal bi salê kêm bû. Pezê me bi kîlometreyan dûrî gund tê sekinandin. Em di zivistanê de jî berfê dihelînin û didin pez. Em jî welatiyên vê dewletê ne çima vê pirsgirêkê çareser nakin? " 
 
'TEXRÎBATÊ AVÊN ME HIŞKKIRIN'
 
Ji gundiya Salîh Acer, (77) jî bilêv kir ku rayedar ji bo pirsgirêkên gund xwe li nedîtinê datînin û got: "Dewlet piştgirîyê nade me ku em avê ji bo gund peyda bikin. Di vê havînê de zeviyên ku me çandin hemû hişk bûn. Av tune ye. Dewlet alikariya me nake. Îro ji ber hişkesaliyê û texrîbata xwezayê avên me hişk bûn. "
 
MA / Zeynep Dûrgût