Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Îdir, Mereş, Manîsa, Agirî û Duzceyê veguheriye pirgsirêkeke kronîk. 

Li gor rapora "Rapora Reş 2021: Qirêjibûna Hewayê û Bandorên Wê yên Li Ser Tenduristiyê" ya Platforma Mafê Hewaya Paqij (THHP) ku di meha Îlonê de amade kir, li 5 bajaran pirsgirêka hewaya qirêj veguheriye pirsgirêkeke kronîk. 
 
Rapora ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî di nav de ji aliyê 16 saziyên civaka sivîl ve hatiye amadekirin ji 5 sernavan pêk tê: Karneya Hewaya Qirêj a Sala 2021'ê ya Tirkiyeyê, Hewaya Qirêj a di Warê Qirêjkirinê de ya Sala 2021, Guherîna Avhewayê û Qirêjbûna Hewayê, Bandorên Hewaya Qirêj ên li Ser Tendursitiyê û Mewzûta Hewaya Qirêj li Cîhanê û Tirkiyeyê. 
 
HEWAYA HERÎ PAQIJ A BEDLÎS Û COLEMÊRGÊ YE 
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020'an de hewaya herî paqij a Bedlîs û Colemêrgê ye û li 45 bajaran jî hewaya qirêj êdî sînorên qirêjiya hewayê yên navneteweyî derbas kirine. 
 
LI 12 BAJARAN BELAV BÛ
 
Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku qirêjiya hewayê li 12 bajaran salowext heye û li gor pîvanên ku di seranserê 2020'an de li 15 stasyonyonên li Mûş, Îdir, Stenbol, Sînop, Meletî, Edîrne, Tokat, Kayserî, Denîzlî, Duzce, Karabuk, Agirî û Enqereyê hatine kirin, qirêjiyeke zêde ya hewayî hatiye tespîtkirin. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku li Îdir, Mereş, Manîsa, Agirî û Duzceyê jî meseleya qirêjbûna hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk û di sala 2020'an de qalîteya hewayê ya herî qels jî ya Îdir, Agirî û Mûşê ye.