Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e

img

MÊRSÎN - Tê payin ku unîteya ewil a Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ku dê li Rojhilatê Behra Spî bi ava behrê bê cemidandin, di 2023'yan de bê xebitandin. Dijberên nukleerê li dijî talûkeyê ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin. 

Tevî hemû bertek û hişyariyan jî çêkirina Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ya li Mêrsînê bi israr didome. Di çarçoveya peymana ku di Gulana 2010'an de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat îmzekirin, hîmê unîteya ewil a santralê di 3'yê Nîsana 2018'an de hat danîn. Tevî hemû hewldan û hişyariyên zanyaran û rêxistinên hawirdorê jî dest bi hîmê dudo û sisêyan ên santralê jî hat kirin û niha jî amadekariyên hîmê çaran ê santralê tê kirin. 
 
Bangawaziyên ji bo xetereyên santralê didomin. Endamên PLaforma Dijî Nukleerê ya Mêrsînê, xwestin înşeata santralê ku dê bibe cihê xisarên mezin bê sekinandin. 
 
ENERJIYA ALTERNATÎF
 
Berdevkê Platforma Dijî Nukleerê ya Mêrsînê û Serokê Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Şaxa Mêrsînê Ûgûr Tulay, diyar kir ku nukleer ne projeyeke ku pêdiviya Tirkiyeyê pê hebe. Tulay, anî ziman ku li welêt bi rêbazên alternatîf hilberandina enerjiyê pêkan e û li Mêrsînê mirov dikare zivistanê bi xwe jî ji rojê enerjî bi dest bixe. Tulay got: "Em pir kêm sûdê ji rêbazên enerjiya alternatîf digirin. Çima enerjiya nukleerê? Çavkaniyên heyî baş nayên bikaranîn. Em wisa difikirin ger polîtîkayeke baş a enerjiyê hebe dê ev bê kirin." 
 
Tulay, destnîşan kir ku tê gotin dê ji santralê 3 milyon û nîv enerjî bê hilberandin û got: "Em behsa 9 milyon ton cewhera ûranyûmê dikin. Ger ev cewher li seranserê cîhanê bi temamî bê bikaranîn, dê di 50 salî de biqede. Yanî ne hêjayî çêkirina santrala nukleerê ye. Li welatê me çavkaniyeke ûranyûmê ya wisa jî tune ye. Bikaranîna wê bi xwe pirsgrêk e. Gava bê bikaranîn dê bibe sedema radyasyonê. Her wiha ji bo derxistina van çavkaniyên ûranyûmê dê pêdivî bi çavkaniyên fosîl jî hebe. Ûranyûm bi metreyan di bin erdê de ye. Yanî ji bo wê maliyetel pir zêde divê." 
 
DIVÊ PISPORÊN BÊALÎ WÊ VEKOLIN
 
Tulay, destnîşan kir ku her wiha di dema erdhejeke gengaz de dê xetereyên mezin rû bidin û got: "Em nizanin di dema erdhejê de em ê bi rewşeke çawa re rû bi rû bimînin. Em nizanin bê li qada santralê çi heye. Tê gotin di dema erdhejê de derz li betonê ketine. Lê kes nizane bê rewş çi ye. Ji bo em zanibin li wir çi bûye, divê pirsporên bêalî biçin qada santralê vekolin û raporên rast bi gel re parve bikin. Dê bi santralê re radyasyon belav bibe." 
 
Tulay, bilêv kir ku welatên din dev ji nukleerê berdane, lê li Tirkiyeyê tê çêkirin û got: "Divê bi zextên siyasî pêşî li ber vê bê girtin. Divê em jiyana xwe û pêşeroja xwe biparêzin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Endama Platforma Dijî Nukleerê Çîgdem Serîn jî destnîşan kir ku bi dînamîtên li herêmê tên teqadin zirarek mezin digihê mirovan û xwezayê û vegera zirara rû dide jî tune ye. Serîn, anî ziman ku di dema erdhejeke gengaz de tenê ne Mêrsîn, dê zirar bigihê tevahiya Rojhilatê Behra Spî. Serîn bang li hikûmeta AKP'ê kir ku dev ji projeyên santrala nukleerê berde û ji bo vê jî îşaret bi têkoşînê kir. Serîn, anî ziman ku dê têkoşîneke xurt bike ku hikûmet karibe paş de gavan bavêje û ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî nukleerê bang kir. 
 
MA / Cemîl Ûgûr