Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef

img
AMED - Endamê Komeleya Ekolojiyê Vahat Işikli, polîtîkayên ekolojiyê yên li bajarên kurdan tên meşandin weke "qirkirin-mekan" bi nav kir û ev tişt got: "Bi destê qeyûman ji gihayan bigire heta daran, ji rêyan bigire heta malan qirkirina ekolojiyê tê hedefkirin."
 
Komeleya Ekolojiyê ku navenda wê li Amedê ye, derbarê texrîbata xwezayî ya li bakurê Kurdistanê de li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Komeleya Ekolojiyê Vahat Işikli axivî û bal kişand ser polîtîkayên ekolojiyê ku li bakurê Kurdistanê tên meşandin. Işikli ku polîîkayên ekolojiyê yên li bajarên kurdan tên meşandin weke "qirkirin-mekan" bi nav kir û ev tiît got: "Bi destê qeyûman ji gihayan bigire heta daran, ji rêyan bigire heta malan qirkirina ekolojiyê tê hedefkirin."
 
Iişikli, destnîşan kir ku armanca qirkirina ekolojiyê ku li bajarê kurdan tê kirin avakirina nasnameyeke nû ye!