HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin

img
ÎZMÎR - Meclisa Ekolojiyê ya HDK’a Îzmîrê ji bo ava Îzmîrê kampanyek da destpêkirin. 
 
Meclisa Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Ne ji bo sermaye ji bo Îzmîrê av” kampanyayek da destpêkirin. Meclîsa Ekolojiyê ji bo starta kampanyayê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Mehtap Alîşan anî ziman ku çawa li her deverê problemek mezin a avê heye li Îzmîrê jî heye û metirsiya ziwabûna avê ya li Îzmîrê jî xwe daye der. Alîşan ji bo metirsiya hişkesaliyê tevdîran rêz kir û divê xerckirina avê were sînordarkirin. 
 
DÊ RÊZEÇALAKIYAN LI DAR BIXIN 
 
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiya HDK’ê Erol Çirak jî anî ziman ku kampanya wan avê heta 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê bidome û bal kişand ser xelaya avê. Çirak diyar kir ku ew ê ji bo kampanyayê maseyên îmzeyan deynin û rêzeçalakiyên cuda li dar bixin.