HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin

img
ENQERE - Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê, diyar kir ku wê hişkesalî di 2022'yan de ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke mezin û ev tişt got: "Bergiriya herî baş ku ji bo hişkesalî, qrîza avê û avhewayê bê girtin demildest çûna desthilata niha ye."
 
Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez, ji bo 22'yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî dan. Hevberdevkan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hê jî av ji aliyê dewletan ve li şûna hebûnê weke çavkaniyê tê dîtin û destnîşan kirin ku qrîza avê ya li Tirkiyeyê gihîştiye asteke metirsiyar. Her wiha hevberdevkan da bal kişandin ser hişkesaliyê û dan zanîn ku hişkesalî belavî 81 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye û ji bo bergiriyên li dijî vê rewşa heyî jî ev tişt gotin: "Qrîza avhewayê her ku diçe bandora wê zêde dibe. Divê hemû hebûnên avê bên başkirin, parastin û daristan hêmî bên girtin. Daneyên heyî ji daneyên ku tên xwestin gelek dûr in. Ev jî nîşan dide ku wê hişkesalî di 2022'yan ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke mezin. Bergiriya herî baş ku ji bo hişkesalî, qrîza avê û avhewayê bê girtin demildest çûna desthilata niha ye."